Eyub reşîd nisrî
Ayub_nisriy@yahoo.com
enfal ew tawana mezne yaku êke ji meztintrîn tawanên dmêjûya mrovayetyê da hatîne encamdan, pêdvî ye ev tawane çu caran nehête jbîrkrin, jberku gelê meyê kurd qurbanyên mezn dayne, jlayekî ve wefadarî bu gyanê wan qurbanyan û jlayekê dîve daku herdem nîşa cîhanê bdeyn ka çend stem wzordarî dirheqî me hatye krin.
demekê drêj pêkul dberdewam bûn, bo hindê ku babetên enfalan bkevîne dnav bernamê xwandnê da, ta encam biryar hatye dan, ku li hemû qûnaxên xudanê da ev wane bhête xwandin, bi merema dane nyasîna van tawanan bi berebabên dahatî, jlayê dîve, tawanên enfalan dkêm wînene di dîroka mrovayetyê da, lewma pêdvî ye her takekê gelê me pêzanînên pîdvî li ser hebin, çunkî ew gencê buryê gelê xir nezanît, neşêt paşeroja wî jî geş ket û gyanê dahênanê li dev nabît.
berî çendekê çavê min bi pertoka (babetên komelayetî) ya pula nehê bneretî keft, ku dnav babetên pişka mêjûyê da, berperê (225) amaje daye vê tawana hinda mezn û bvî rengî behis kirye (piştî rawestana şerê dnavbera ‘îraq û îranê da li tebaxa sala 1988ê rjêma ‘îraqê dest vala bû bu lêdana kurdistanê û bzava rizgarîxwaza kurdî, evca kefte kavilkirna wan gund û bajêrkên mabuyn û akincyên wan jî mşext krin, dehwên enfalêda ku bo qirrkirna kurdan û kavil kirna kurdistanê bû zêdetir ji 182 hzar kesên bê gunee ku pranya wan jin û zarok û pîr bûn bê seru şuyinkrin.
ew syaseta hovatya be’si gyanê xebatê û berxudanê li def mlletê kurdistanê û hêzên syasî nevemrand belkî berdewam bûn dxebatêda).
her çende bi şêwekê gelekê kêm behis hatye krin û pêdvî bû berifrehtir li ser hatba nvêsîn, eve karê kesên bispure dwarê perwerdê da kanê bu her jyekî kîj pêzanîn ya pêdvî ye, lê bi dîtna min eve çend rêzke gelek kêmin bo qutabyekê 9ê bneretî, dser hindê ra hindek pêzanîn têda ne, ku drust nehatîne nvêsîn, yan jî bi alozî hatîne nvêsîn û dbît vî babetî ptir li ber qutabî berze bken, jberku tawanên enfalan li dev bara ptirya xelkê me hatîne behis krin, xo eger li jyekê bçûk jî bît deyk û bab û kes û karên wan hindek caran li dev behis kirye, anko ew kesên dgelda jyayn û jê qurtal bûyn ptirya wan dijyanê dane, jber hindê pêdvî ye ew çenda behis jê dhête krin baştir li ser rawestin.
dnav babetî da hatye (piştî rawestana şerî dnavbera ‘îraqê û îranê da li tebaxa 1988…..hitd). anku wesan hatye dyarkrin ku prosên enfalan li heyva 8/1988 dest pê kirye, belê ya drust ev prosa qirkirnê li şeva 22-23/ 2/1988 dest pê kir û bi heşt qunaxên dûv êkda, taku qûnaxa heştê ku weku serkirdên enfalçyan dgutê (xatme alanfal), ku merema wan qûnaxa dûmahyê bû ya enfalên reş bi ser devera behdînan da girt, ji hemû layan ve hêrş kirne ser deverên rizgar krî, zêdebarî bi karînana çekê kîmyayî, li gelek chên deverê, lê qûnaxên dî jî gelek qurbanî hatîne dan û li qûnaxa sêy ku bi ser devera germyan da girtbû ptirya xelkê vê deverê hate enfalkrin, jber hindê jî roja 14/4 bûye roja bîrewerya enfalkiryên kurdistanê, ku dvê rojê da hijmareka êkcar ji xelkê devera germyan bber hewa enfalan keftin, dest nîşankirna meha tebaxê bu prosên enfalên reş xeletyeke pêdvî ye bhêt rast krin, eger ne dê qutabyê me rû bi rû vegêranên hevdij bît.
eve ew destpêk û dûmahîne ewên dbelgenamên rjêmê da amaje pê hatye dan, lê eger bi şêwekê kiryarî berê xo bdeynê, demê li roja 29/3/1987 sedam hsên biryara jmare (160) derêxistî û têda destelatên rha dayne ‘elî kêmyayî, dest bi hewên kavilkirnê krin, her jber hindê jî demê keysê enfalan hatye berhevkrin bu dadgeha blind ya tawanan ya ‘îraqî, têda amaje bi wan kavkirnan hatye krin ewên dsala 1987 da rûdayn, wekî xo berhevkirnek bo prosên enfalên reş.
pêdvî ye ew zanyarya dçîte dnav programê xudandnê da, xo çend ya kort bît, belê çênabît, zanyarî dxelet bin, çunkî enfalên reş li heyva tebaxê dest pê nekirye, baştirbû eger behsê destpêka wê kirba û paşî gutba bi heşt qûnaxan hemû devera azadkrî êxiste ber hewa xo ya stemkarî, ewa ew behis dken ku heyva tebaxê dest pê krî ew qûnaxa heştê ye bu ser devera behdînan û ta 6/9/1988 ya berdewam bû.
dîsan amaje bi kavilkrin û mşextbûnê hatye krin, belê gelek bi kêmî, dbît eve jber nebûna byavî bît, belê pêdvî ye bu qutabyan bhête dyar krin ku jiblî 182 hzar kesên bê seruşuyn krî, bi sedan hzar kes li kumelgehên bxortî çêkrî hatne akincîkrin, wekî cejnîkan û girdeçal …. hitd. jiblî hindê nêzîkî 70 hzar kesan derberderî turkya û îranê bûn, zêdebarî kavilkirna 4500 gundên kurdistanê û têkdana şîrazê xêzana kurdî, herwesan kartêkirnên abûrî û cvakî û derûnî ku ta çendîn berebabên dî jî dê mînin.
dgel dest xuşyê ku babetên enfalan wekî wane li qutabxanan bhête xwandin, lê bi dîtna min eger wekî pêdvî nebît, dê astê tawanê kêm ket, evcar bla bo sala bhêt bi rijdî hzir li vê çendê bhête krin û kesên taybetmend û çalakvan dibwarên enfalan û cînusaydê da pişkdar bken ddanan û rastvekirna programên taybet bi vî bwarî ve dnav sîstemê xwandnê da.