2024/11/23 9:50:03
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Dîdar | Ya Fere Mirovî Viyana Şulkirnê Hebît
11

Ya Fere Mirovî Viyana Şulkirnê Hebît

’emer mşextî:
ya fere mrovî vyana şulkirnê hebît
*her kesê pez heba jyana wî ya xuş bu û yê pişt rast bû
* berê me bi gyaneweran(ga û dewara) zevî û çemên xo dkêlan û şuyn dikrin
*ji egerê hişkesalyê gelek ce ne dhatne şuyinkrin11
guherzê : revend musa
êke ji cutyarên xudan ezmun dibyavê şuyinkirna zevî û bîstanan ku nha dijyê(78)  salyê da djîtin anku li sala(1934) li gundê guherzê jdayk buye , bi gutna wî dbêjît : me gelek zehmet ya brî heta vê gavê demê me cutyarî wekî nuke ya bi sanahî nebû hatin û çûna mejî gelek demê me dbir hemû bi pyan û dewaran bî me şûl û kiryarên xo bi mandî boneka mezn brêve dibrin ,  bu vê hijmarê mamê ’emer mşextî husa bu guvara snêle gut :
sinêle/çewa vyana şulkirnê bote çêbu bi taybet berî jyê gencatyê mane şulkrin yab zehmet bo ?
’emer mşextî: ez dgel babê xo dçûme naf zevî û bîstana û cut kêlanê û me dexil û cee û brinc dikrin hingî wesa bî vyaba hemûya şulkirba .
sinêle/jyana dnavbera jyê (15-20)salyê ya aluze bo xo brêvebirnê bote ya çawabo li wî demî ?
’emer mşextî: min şul dikrin û min pare hebûn ez dçume karwana û bi sanahî min jyana xo bi rêve dbir .
sinêle/ qutabxane li wî serdemî  hebû ?
’emer mşextî: ez dijyê (15) salyêda bom çi qutabxane nehatbone gundê me û bes hindeka li berdestê melaya dixwand li mizgefta xelkî wenedkir qutabxane bhêne vekrin dgutin dê zarukên me li  berdestê me çne derê, belê eger wesaneba da gelek mruvên baş û zana hingî peyda bin li deverê .
sinêle/ bo proseya jin înanê îmkanyatên hewe dçawa bon hewe çawa dawetên xo dikrin ?
’emer mşextî: duy demîda kêm kes dişyan dewat û şehyanên xobken bes gundya harîkarya êk û dû dkir, ez şyam dewata xo bkem bes min bi bê dengî kir .
sinêle :çend sale to zevî û bîstanan şuyn dkey û to li ser milkê bab û bapîran berdewamyê deye jyana xo?
’emer mşextî: nzîkê (35–40) salaye ez cutyarm û li ser milkî xome , şuyinkirna zevyan û  şulê cutyaryê yê zehmet û hingî me bi ga û dewaran zevî û çemên xo dkêlan û şuyn dikrin belê  her kesê pez heba jyana wî ya xoş bo û yê pişt rast bo  belê hemya nebû vê gavê yab sanahî tir keftî juy demî .
sinêle/ hkumetê çend xo li hewe cutyara kirye xodan?
’emer mşextî: wekî cutyara dvêt piştevanya wan nehatyekrin raste bome hindek nasname yên çêkrîn belê yên dberîka meda helgirtîne. bes herçawabît hkumeta me baştre jya berî nuke li demê be’sya bxo cutyara çi me’îşet nebû xelk nedişya bo xo şulekê bi drustî bket .
sinêle/ hişkesalyê û bê avyê çend kartêkrin li ser zevî û bîstanên hewe kirye?
’emer mşextî: kartêkirna li ser çemê mekrî , zevya min mêwên trî û sêv û mjimje û hjîr û ….. hitd, me çi fayde lê nedît û hemî hişk bûn û gelek ce çend salan  nehatne şuyinkrin .
sinêle/ ji layê karî ve çi cyawazî dnavbera gencên nuke û yên berê da heye?
’emer mşextî : gencê hingê hemû dema dgel babê xo dayka xo dnaf şulanda bûn , nuke bara ptir yên buyne xodan dewam, bes ez dbêjm kes nîne neşêt şul bket bes ya fer ewe mruvî vyana şulkirnê hebît.
jyana bê kiryar mirneka berwexte.

 

 

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *