2024/11/23 9:54:10
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Dîdar | Serdemê me gelek kes djî pêşkeftna kurd û kurdistanê bûn
12

Serdemê me gelek kes djî pêşkeftna kurd û kurdistanê bûn

mamosta ‘ebas ehmed
serdemê me gelek kes djî pêşkeftna kurd û kurdistanê bûn
* bşêweyekê giştî xoandna me gelek asteng têdabûn
* wî demî reftarê dgel snêley bke demê derûnê wî dzanî
*kesê nedgute me erkên hewe evene û rêka hewe jî eveye
dîdar/ ehmed umêd- rêvîng segvan12
hemû jyana mrovî dbîte bîrhatin li dev her kesekî evca çi xoş yan nexoş, ev care me bfer dît bîrhatnên mamusta (‘ebas ehmed)ku raberê perwerdê ye li kulîja dhuk ya behredaran bo hemû snêleyan bdeyne dyarkrin.
snêle/ xoandna  te ya çewa bo, û te çi asteng dgel hebun?
‘ebas ehmed: brastî xoandna me bşêweyekê giştî gelek asteng têda bûn, çunkî em li serdemekî dijyayn ku ew serdem hemû djî pêşkeftna kurd û kurdistanê buyne.
snêle/ demê tu snêle dîtna te bo jyanê ya çewa bû?
‘ebas ehmed: ez dşêm bêjm ku min demê snêleyê nebuye çunkî me çi hest û bîr û bawer nebûyne duy serdemîda û kesê jî em bi baruduxên me agehdarnekrîne, wkesê harîkarya me nekirye û negutye me erkên hewe evene û rêka hewe jî eveye.
snêle/ dîtna te bo snêlên nuke ya çewaye?
‘ebas ehmed: bi lêburîn ve snêlê me destên jxo berdayn, ez hîvî dkem desta jxo berneden û vekulînên giştî bken û herdem bxuyinin û karên bi mfa bken.
snêle/  aya cvakê me bşêwekê drust reftarê dgel snêley dken?
‘ebas ehmed:nuke cvakê me drûnê snêley na xonînin, lê ez dbêjm wî demî reftarê dgel snêley bke demê derûnê wî dzanî.
snêle/  nêzîktrîn hevalê te kîye?
‘ebas ehmed: nêzîktrîn hevalê min pertuka mne.
snêle/ taybetmendya te çye,û tuyê pê keyf xoşî?
‘ebas ehmed: taybetmendya min ya serekî zanistê derunnasî ye,herwesa ya duwê zmanê kurdye û ya sîyê zmanê hulendî ye, û ez yê bi hemya kîf xoşm û bi taybetî zanistê derunnasî.
snêle/ tu hez ji ç xwarn dkey?
‘ebas ehmed: ez hez ji hemû xwarnan dkem, û ew xwarn li dev min ya xuşe ya dil pê xoş.
snêle/ çi hîvî hene?
‘ebas ehmed: hîvya min ewe ku snêlê nuke weku me nebît û bîru bawerên bhêztir hebin û şyanên zêdetirhebin û hestekê neteweyî yê mukim hebît.
snêle/ amujgarya te bo snêlan çye?
‘ebas ehmed: dvêt snêle guhê xo bdete amujgaryên wan kesên rewşenbîr û xudan zanist, çunkî snêlê me hêzuşyan yên heyn lê bitnê pêdvî brêka druste bo bhête destnîşankrin.
snêle/ peyva dumahyê ?
‘ebas ehmed: ez hîvîdarm ji hemû snêlan ku demê xo bê mfa ne mezêxin û êk çirkejî ji qesta neben û ez supasyeka germ li guvara snêle dkem bu van karên pîruz û primfa, û herwesa destxuşyê li stafê kuvarê dkem.
dinya bi hîmeta gencan û ezmûnên pîran brêve dçît.

 

 

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *