2024/11/23 9:38:50
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Dîdar | Li Kurdistanê dkevin da pêkvejyan hebûye û yakêm wêne bûye
09

Li Kurdistanê dkevin da pêkvejyan hebûye û yakêm wêne bûye

D.’ebdulhemîd bavî:
– li kurdistanê dkevin da pêkvejyan hebûye û yakêm wêne bûye
– aynê me dakukî li ser hindê kirye gutnên seqet ne bêjîne pîrozbên kesê
– ji me dhête xwastin gelek gringyê bdeyne pêkvejyanê
– ya gringe felsefa lêborîn û pêkvejyanê bkeyn bername li qutabxane û zankoyan
berhevkrin: kovara snêle09
d. ‘ebdulhemîd ‘adil yezdîn bavî ji kesayetyên bernyase li deverê, nhu endamê cvata nuynerên ‘îraqê ye, gelek gringyê bi belavkirna gyanê lêburîn û pêkve jyanê ddet, dseredaneka wîda bo ko vara snêle ev dîdare dgel hate sazkrin.
snêle/ dîtna te bo çemkê pêkvejyanê bi giştî û li kurdistanê bi taybetî çye?
d.’ebdulhemîd: li kurdistanê dkevin da pêkve jyanê hebûye û ya kêm wêne bûye, gelek ya pêdvî ye em berdewam dakukyê li ser bkeyn û bzanîn ka çi peyam dgehînît, xudê mezn di qurana pîrozda amaje bi hindê ddet û dbêjîte me, me huyn ji zelamekî û jnekê dayne û paşî krîne mllet mllet dahuyn êk binyasn û jyana xo bbene serî û başê we ewe yê xo bi parêzît û ji xudê btirsît û başyê û qencyê bket, pêkvejyan êke ji pêdivyên jyanê, jme dhête xwastin em gelek gringyê bdeyne pêkvejyanê û aynê mejî delîvê nadet em cudahyê bkeyn, ya gringe felsefa lêborîn û pêkvejyanê bkeyn bername li qutabxane û zankoyan.
snêle: belavkirna têgehê pêkve jyanê dnav snêlan da çend ya gringe?
d.’ebdulhemîd: ev babete gelek yê gringe, ji berku snêle jîyekê hestyare, pêdvî ye xol bhêne vekrin bernamê karî li perwerdê pêkvejyan bête belavkrin, ragehandin jî rolê xo bbînt, rêkixrawên cvakê svîl xulan bo veken û daku nêzîkatî di navbera wanda çê bbît eger ji dûrve sehkene êk dê wekî kesên xerîb êk bînin, bla nêzîk bin daku wesa bbînin tiştekê sruştî ye, em hemû pêkve bjîn herêkî boçûnên xo hebin, bla em hevsengyekê di babetî da bkeyn, anku azadî hebît û dîsan rêzgirtin jî hebît, eger mrovî bvêt dan û standnê li ser aynekî bket jî bla gutnên brîndarkirnê têda nebin, aynê me dakukî li ser hindê kirye gutnên seqet ne bêjîne pîrozbên kesê, bla dan û standnên me cwan bin û tundutîjî jê peyda nebît, anku pêdvî bi rêzê li jîngeha xo bigrîn.
snêle: peyama te bo snêlan çye bo pêkve jyanê?
d. ‘ebdulhemîd: daxwazê dkem gehdarya kesên ji xo mezintirbken û ser burên wan mfay jê werbigrin eger tiştek dgel hizrubîrên wan neguncît jî bla bi rêzgirtnê ve dan û standnê li ser bken, her berebabekî cure hzirkirnek ya hey û cudahyek heye dgel yên dî, evcar yapêdvî ye rêzê li êk bigrin, herdîsan daxwazê ji snêlan dkem ptir dibyavê rewşenbîryê da xo bi hêz bêxîn, evro teknulojya gelek ya pêşkeftî bla mfay ji başyên wê werbigrin û xelet bkarneînin û daku mfay bgehînne xo û welatê xo.
snêle/ dîtna te bo kovara snêle?
d. ‘ebdulhemîd: tiştek başe ku tiştên cuda cuda têda hene, dixwazm hişyarkirna hizra neteweyê li dev snêlan ptir bi hîz kevît û bi kiryar, ji berku nuke em pêdvî hindê îne ku bi axa xove bhête grêdan em welatekî bo xo ava bkeyn, kêmasye ku em mlletekê çil mlîwn her hindek ji me bi zmanê mlletekê dî baxvît ji berhindê pêdvî ye gringyê bdeyne zmanê kurdî û herwesa cil û bergê kurdî ku gringya wan jî wekî ya zmanî ye.
hewl bde bi destên xo tiştên cwan drust bkey (brawn cakson).

 

 

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *