2024/11/23 9:57:00
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Dîdar | Dvêt afretê jî hebûn û biryar û rêzgirtna xo hebît
15

Dvêt afretê jî hebûn û biryar û rêzgirtna xo hebît

Sîlav xêve:
dvêt afretê jî hebûn û biryar û rêzgirtna xo hebît
*dema peyva tund û tîjyê dhête gûtin wênê afretê dhête berçav.
*li dûv daxwazên wan xulên dirwarê jî me vekrîne.

dîdar/ blind ‘ebdulsemî’

roj bo rojê tundutîjî dgel afretan berev lawazbûnê û nemanê ve dçît taradeyekî baş afret mafên xo dbînin wek azadbûn û karkrin û gelek karên dî mamusta (sîlav xêve salh) bu me li serbabetê tund û tîjyê djî afretin di peyvît û bo me run dket ka tund û tîjî djî afretan di ç ast daye.
snêle/ to bi ç ve mjûlî û karê te çye?15
sîlav: eve şeş sale ez mamusta û li encumenê qeza sêmêlê yê afretan kar dkem û mjûlî çend xulayne.
snêle/ encumenê afretan ta çi rade şyaye afretê pêş bêxît yan harîkarek bît bo afretê?
sîlav: encumenê qeza sêmêlê yê afretan her ji destpêka damezrandna wê şyaye rolê xo bselmînît dibwarê pêşvebirna afretê da û ji layê kumelayetî ku dvêt afretê jî hebûn û biryar û rêzgirtna xo hebît dnav cvakî da.
snêle/ heta nuke hewe çi xol vekrîne?
sîlav: me gelek xul vekrîne û jlayê rewşenbîrî ve berdewam xulên pêgehandnê û smînar û wurk şup bo afretê dhêne vekrin li dûv daxwazên wan xulên dirwarê jî me vekrîne.
snêle/ merem ji vekirna van xulan çye?
sîlav: merem ji vekirna van xulan ewe afret rolê xo hebît dibwarê abûrî û rewşenîbrî da anku şyanên danu standnê û beşdarî kirnê li dev xurt bît.
snêle/encumenê hewe çi bo kçên snêle dket?
sîlav: me kçên snêle ku di qunaxên qutabxanê û fêrkirnê da jbîrnekrîne û di mehên bhênvedana havînî da xulên (zmanê înglîzî, kumpîwter, şêwekarî û mîwizk) ê bo dhêne vekrin.
snêle/ ta çi rade şyayne tund û tîjyê berev kêm bûnê û nemanê ve bben.
sîlav: dema peyva tund û tîjyê dhête gutin êkser wênê afretê dhête berçav dbît eve jî ji egerê wê çendê bît ku afret ptir ketye ber vê dyardê em wek encumenê afretan li sêmêlê hewilddeyn ji bo nehêlana vê dyarda trisnak jberku afret jî mruve û hemû mafên xo yên mrovayetî hene.
snêle/ peyva te ya dûmahîkê.
sîlav: li dûmahîkê amajê bi wê çendê ddem ku afretê bawerî bi xo û şyanên xo hene û enhumenê afretan bi mala xo bzanîn û li hemû gava li dûv şyanên xo dxizmeta mllet û cvakî dayne û hemû layen û bzavan bi taybetî ew layenê afretan bi xo ve digrît û ji dil supas bo kuvara snêle serkeftî bît.
ew tiştê xuşe ewê dlê te pê xuş.

 

 

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *