Hêrş akreyî:
hunermendên serdem hunerê kurdî yê zengîn krî
* bi dîtna min kiç dklîpê da nebît ya cwan nabît
* guman têda nîne çi karê mrov dket dê gazinde jî hebin
* gelyê dhukê gelek chekê xoşe
dîdar/mhemed kerîm xan
xizmetkrin bi her karekî tiştekê pîroze nexa sme huner ku êk ji baştrîn rêkaye mrov xizmeta welatê xo bket û bdete nyasîn bo hemû cîhanê (hêrş akreyî) êk ji wan hunermendên gencên bajêrê akrê ye ku bi hunerê xo xizmeta welatê xo dket bu ptir nyasîna evî hunermendî dgel vê dîdarê.
snêle/ boçî hêrş akreyî ?
hêrş: çunke ez bxo akreyî me û hez dkem navê akrê blind kem .
snêle/ hatna te bo nav cîhana hunerî çewa bo ?
hêrş: her ji zarokînya xo min hez ji hunerî kirye, û min guhdarya hunermendan dkir û berdewam min sitran dgel dgutin ta nuke yê berdewamim .
snêle/ tu hunermendên serdem çewa dbînî ?
hêrş: gelek baş dbînim û van hunermendên serdem hunerê kurdî yê zengîn krî.
snêle/ te çend berhem û klîp hene ?
hêrş: wek berhem min nuke nînin, çunke ez taze hatîme dnav cîhana hunerî da, belê xodanê dûklîpanim û berhevkerê syêem klîpim.
snêle/ tu çend dgel staylê nuke dçî ? û buçî?
hêrş: bi rastî şêm bêjm (80%) dgel staylê nuke dçim çunke heza mne û ez wek gencek ez jî wekî hemû gencan dber keşxa xura dçim û min jî staylê xo yê taybet heye.
snêle/ to wek gencek û hunermend ek to çend dgel hindê ku mrov dijyê snêley da sitrana bêjît ?
hêrş: belê ez dgel hindê me û daxwaza serkeftnê bo herisnêlekê behremend dkem taybet snêlên hunermend jberku paşeruja hunerê kurdîne .
snêle/ tu karê hunerî li kurdistanê û taybet li dhukê çewa dbînî ?
hêrş: gelek bi baş dbînim û chên berpirsyar jî di harîkarn dgel hemû hunermendan.
snêle/ bi dîtna te kça rût rewşekê ddete şaşa kurdî ?
hêrş: bi dîtna min kiç dklîpê da nebît ya cwan nabît û rutya kçê heta radeyekê ne bi şêweyekê gelek rût .
snêle/ piştî tu hatye dnav cîhana hunerî da bute gazinde hatîne?
hêrş: guman têda nîne çi karê mrov dket dê gazinde jî hebin û dest xuşî jî bo min hatîne belê dest xuşî ptir hatîne û piştevan ptir hebun .
snêle/ krêt trîn tişt li dev te ?
hêrş/krêtrîn tişt li dev min ewe kesek mayê xu dkarê kesekê dî bket.
snêle / to evîndarî ?
hêrş: belê evîndarê hunerê kurdî me .
snêle / to çewa dbînî demê mrov dijyê snêleyda evîndar dbît?
hêrş: brastî jyê snêley jyekê hestyare û dvêt mrov bes li berxu rawestêt û xo tuşî çi arîşan neket çunke evînî gelek zyanên heyn û bo snêley xrabe.
snêle/ xoştrîn dem li dev te ?
hêrş: xoştrîn dem li dev min spêdê ye çunke demê mrov ji xew hişyar dbît mêşkê mruvî yê valaye (safye).
snêle/ cwantrîn reng li dev te ?
hêrş: cuntrîn reng li dev min reşe û rengê min yê serekî ye.
snêle/ cwantrîn ce li dhukê li dev te ?
hêrş:ez li dhukê hemyê geryam belê cwantrîn ce û xuştrîn ce min dîtî whez jê krî gelyê dhukê bû
snêle/ peyva te bu snêlên behremend?
hêrş: ez daxwaza serkeftnê bu her snêlekê dkem û her behreyeka li dev hebît
snêle/ peyvate bo kuvara snêle?
hêrş: êkem care kuvara snêle dxuyinim belê serinca min rakêşa û babetên bi mfa têda ne û berev pêşvecunê ye serkeftnê bo dixwazm.
dijwartrîn pêngav, pêngava êkê ye (û.belcîkî).