Semîr zaxoyî:
eger ez li zaxo nebam ez ne dbume hunermend
*’ud û laptup nêzîktrîn hevalên mnin
*li jyê snêleyê min gelek hez ji melevanya dkir
dîdar: jêgir ‘ebdulistar
semîr zaxoyî êke ji wan hunermendên mezn yê ku şyayî gelek xizmeta sitran û muzîka kurdî bketin, kuvara snêle jî bi fer dît dîdarekê dgel sazbket.
sinêle/ dest pêka teya hunerî ya çewaye?
semîr: her ji zarokînya xo min hez ji sitran gutnê û muzîkê dkir û ez ji malbateka hunerî da mezn bume17.
sinêle/ cvakê zaxo çendê harîkar bo, ku tu buye hunermend?
semîr: xelkê zaxo hez ji seyranan û dawetan û keyfê dketin û gelek palpiştya hunermenda dketin û eger ez li zaxo nebam ez ne dbume hunermend.
sinêle/ te çewa sitranan tumardikrin?
semîr: li wî demî tumarkirna sitranan ya bi zehmet bû çunkî me li zaxo çi studîw nebûn bitnê me msecil hebun ew jî dkêm bûn min li sala (1972) da bîramin dhêt min mseclek bre mal û min tanka me ya avê xalî kir û min msecil kre têda bitnê da bîçeka (îku) têda bderkevît û dabaş bhêtin.
sinêle/ teçend harîkarya huner mendan kirye?
semîr: min gelek ya harîkarya hunermendên berê krî û yên nuke û çi pêdvî bi min buye mna bukrî û tanuke nêzîkî(80) sitranbêjan min awaz û peyv daynê.
sinêle/ çi dem bu drustkirna huzanekê yan awazekê dxoşn?
semîr: çi dem bo danana huzan û awazan nînin belê pranya caran demê ez yê xemgîn bim.
sinêle/tu bi ç xemgîn dbî?
semîr:ew demê kesek jîngehê neparêzît û pîs bketin û demê kesek drewan bketin.
snêle/ nêzîktrîn heval bo te kîjke?
semîr: (‘ud û laptup) bo min nêzîktrîn hevaln.
sinêle/ demê tu snêle te gelek hez ji ç dkir?
smîr: jiblî muzîkê min hez ji melevanya dkir.
sinêle/ tu çend harîkarya wan snêlan dkey ewên behremend?
semîr:min gelek caran harîkarya snêlan ya krî wdê yê berdewam bim û hemî deman dê xo wekî babekî bo wan bînim.
sinêle/ dê çewa sitran zîndî mînît?
semîr:eger mruv bi dil suzî bêjît.
sinêle/ te evînî kirye?
semîr:belê mna krî û ta nuke jî ez evîndarm.
sinêle/ tu hez ji kîj demî dkey?
semîr:ez hez ji şevê dkem û demê yê bitnê bim.û werzê boharê.
sinêle/ te çi peyv bo deyk û babên snêlan heye?
semîr: daxazê ji wan dkem wekî hevalan bin dgel kiç û kurên xo û rêzê li bîru boçûnên wan bigrin.
sinêle/te çi peyv bo snêlan heye?
semîr: dbêjmê di ç karên xoda bê hîvî nebin û hez ji welatê xo bken û gelek bxuyinin.