Inisttîwta Duhok bo rewşenbîrya giştî wek rêkixraaweka civakê medenî ku eve zêdetir li (10) salane bê rawestyan û veqetyan kar dket û eve salekejî çend senterên afretan vekrîne mîna senterê şanaz yê cvakî bo afretan li zawîte bi merema xizmetkirna afret û kçên aware.
Di evê heftyê da senterî ev çalakî ye encam dayne:
1/ vekirna xuleka kwafêrî li gundê êmînkê demjimêr (10 bo 12) bo (25) afret û kçan.
2/ vekirna xuleka cwankaryê li gundê êmînkê demjimêr (12 bo 2) piştî nîvru bo (25) afret û kçan.
3/ vekirna xuleka bergdurîyç li gundê berê bhar demjimêr (10 bo 12) bo (25) afret û kçan.
4/ vekirna xuleka begduryê li xîvetgeha zawîte demjimêr (12 bo 2) piştî nîvru bo (25) afret û kçan.
Ev xule rojane ji layê rahêneran ve wane bi rengê tîwrî û praktîkî ve dhêne gutin bo hindê xizmeta wan afret û kçan bhêtekrin.
Dîsan senterî ev smînarejî pêşkeşkirîne.
1- rewşenbîrya saxlemya derûnî jlayê (Hena Sedîq Se’dî ) ve hate pêşkeşkrin û çend afret û kçan pişkdarî di evê smînarê da krin û mfayekê mezn lê wergirt.
2- hizra erênî jlayê (Hena Sedîq Se’dî ) ve bo kumeka afret û kçan hate şruvekrin bo hindê hemû mruvan hemû deman pêdvî bi hizra erîçnî heye , ev babete bo wan bbû chê dilxuşyeka mezn.
3- dê çawa xu ji bîrvekey ji layê (Amîne Fuad) ve hate pêşkeşkrin , bo kumeka afret û kçan daku herdem bigrinjin û xu ji bîrve bken bi taybet ew kawdanên bi serê wan hatîn ev pê kenîne bbû chê razîbûna wan û daxwazkrin ku herdem van cure çalakyan bo encam bden .
4- berhingarbûna tundutîjî djî afretan ji layê (Narîn Adnan) ve gelek bi cwanî û bi rengê serincrakîçşî bo kumeka afret û kçan hate behiskrin û şrovekrin kanê dê çawa rû bi rûyê tundutîjyê bin.
5- xuparastin ji êşên vegir jlayê (Macid Mohammed) ve bo kumeka afret û kçan hate şruvekrin û rêkên xu parastinê ji êşên vegir hatne şruvekrin , navbirî gringya babetî behiskrin û gute pişkdaran ev wirze gelek pêdvî bi xuparastinê heye.
Herwesa drêka tîm lêderan û xubexşan da stafê serekyê senterî dgel çend haletên (tundutîjî û derûnî) rûniştnên bitnê e taybet encam dayne , daku bşên baroduxê wan çareser bken.
Her dîsan bi berdewamî bi rengekê meydanî seredana heykel û xîvetgehan û malan dhêtekrin , bo hindê li nêzîk li rewşa awaran pirsyar bken û xizmeta pêşkeşî wan bken.
Hejî getnê ye nisttîwta dhok bo rewşenbîrya giştî li dûv peyrew û programê nafxuîy û rênmayên taybet û pêgehandin û geşepêdana stafê karî heftyane planekê bo encamdana çalakyan darêjît û li dûv ewê planê çalakyan rêkdêxît û xizmeta wana encam ddet .
Dîsan chê bîranînê ye ku ev projey bi sponserya sinduqa netewên îkgirtî bo danîştwan eve nêzîkê salekê ye dhête cê becêkrin.
Ragehandna
Inisttîwta Duhok bo Rewşenbîrya Giştî