Senterê şanaz yê civakî bo afretan li kumelgeha xankê ku ser bi Inisttîwta Duhok bo rewşenbîrya giştî ye û eve bo mawê (7) heyvane yê berdewame û dê taku serê salê jî berdewam bît û sinduqa netewên êkgirtî bo danîştwan sponserya wê dket di xizmeta afret û kçên awareda . Di heftyekê da senter şyaye kumeka çalakyên cuda cuda dxizmeta afret û kçên awareda encam bdet mîna:
1- vekirna xuleka cwankaryê bo (25) afret û kçan rojane bo mawê (3) demjimêran wane bi rengê tîwrî û praktîkî bo pişkdaran dhatne gutin û bo mawê (5) rojan anku (15) demjimêran berdewam bû , dumahîkê bawername bi ser amadebuyên xulê hatne parvekrin.
2- vekirna xuleka bergidûryê bo mawê heftyekê û (25) afret û kçan rojane bi rengê tîwrî û praktîkî bo mawê (3) demjimêran wane werdgirtin û gelek mfadar bûn û bbu chê dilxuşyeka mezn bo wan û dumahîkê bawernamên xulê di rêwre smekê da wergirtin û daxwazkrin , ku ev cure xule di berdewam bin.
Dîsan çend smînar hatîne pêşkeşkrin mîna:
1/ berhingarbûna tundutîjî djî afretan ji layê (Revîn Reşîd) weku rîçvebera senterî şiya smînareka nmûneyî bo kumeka afret û kçan pêşkeş bketin , piştî navbirî babet şruvekrî êkser êxiste ber dan û standinê û pişkdarên smînarê kirne pişkek li babetî.
2/ şûkirna blez jlayê (Revîn Reşîd) weku rêvebera senterî û şareza di evî warî da babet bo çend afret û kçan şruvekir û bi têru teselî , paşan naveruka smînarê kre çend pirsyarek û êxistne ber dan û standinê dgel wan afret û kçên pişkdarî di smînarê da krîn û herdûla pêkve gehiştne hindek xalan ku dê xizmeta civakî ken.
3/ rewşenbîrya saxlemya derûnî ji layê (Sebirya ‘ezîz) weku karmenda civakî dgel çend afret û kçan dan û standin li dûr gringya (rewşenbîrya saxlemya derûnî) kir û weku taybetmendek di evî warî da rûnkirnên pêdvî pêşkeşkrin û bbû chê serincrakêşanê .
4/ hizra erênî jlayê (Sebirya ‘ezîz Hacî) weku taybetmend di warê derûnî da , ev babete bo kumeka afret û kçan hate pêşkeşkrin û gringya babetî bi têruteselî hate şrovekrin pişkdar gelek dilxuşkrin , çunke hizra erênî bo her takekê êk ji pêdivyên rojê ye û mruvî herdem berev geşbînyê ve dbet. Herwesa rûniştin dgel haletên derûnî bi rengekê berdewam ku êk ji karên serekyên senterî ye . Dîsan di rêka tîm lêder û xubexşan da bi şêwazê meydanî dnav heykel û xîvetgehan dken. Daku li nêzîk rewşa awaran bhête zanîn û pêdvî û daxwazyên wan bhêne tumarkrin û bibne bername bo xizmetkirna wan.
Hejî gutnê ye ku senter dê li ser bername û plan û çalakyên xu dxizmeta afret û kçan da berdewam bît.
ragehandna
Inisttîwta Duhok bo Rewşenbîrya Giştî
