2024/11/24 8:10:59
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Çalakî | Senterê Kebertu 2 jiyekê kurt xizmeteka mezn
01

Senterê Kebertu 2 jiyekê kurt xizmeteka mezn

Berifrehbûna her karekê ji encamê armanc û plan û rêkxistin û arastekrin û helsengandin û dûvçûn û kuntrulkirna erênî ye , ewa me dvêt behis bkeyn ku Inisttîwta Duhok bo rewşenbîrya giştî di mawê çûyî da roj bi rojê karê xu bi taybet di xizmeta afret û kçan berifrehkirye û dê hêşta jî berifrehtir bît , bo nmûne senterekê dî bnavê (senterê 002şanaz yê civakî bo afretan li kempa kebertu 2) bi bernameyekê nû di xizmeta afret û kçên awareda dnav kempê da hatevekrin ku di maweyekê gelek kurt da şya sersurmanekê li dev xelkî peyda bket û çend çalakyên nmûneyî encam dayne mîna :
1/ vekirna dû (2) xulên kwafêryê bo (50) afret û kçan ku her (25) ji wan di dû demjimêrên jêkcuda da dhatne bi rêvebrin û wanên tîwrî û praktîkî jlayê rahênerên şarezave dhatne encamdan evî senterî şya van çalakyan hêşta baştir bêxîte di xizmeta afret û kçan da û stafê senterî ev çalakî ye encam dayne:
1- şûkirna blez jlayê (Nisrîn Xanê) weku vekulera cIvakî bo çend afret û kçan hate şluvekrin bo hindê ew kçên dnav kumpê da mfay li evî babetê cvakî werbigrin , çunke dxizmeta paşeroja wan daye . Pişkdar gelek dilşad bûn.
2- rewşenbîrya saxlemya derûnî û hizra erênî û xyaneta hevjînyê jlayê (Evîn Moahmmed) karmenda cvakî û vekulera derûnî rojane bo kumeka afret û kçan dhatne behiskrin û şruvekrin û di êxistne ber dan û standinê bo hindê baştirîn mfa û zurtirîn zanyarî li dûr evan babetan bgehînte pişkdaran ev babete bo cara êkê ne dhêne behiskrin dnav kempa kebertu 2 da jber hindê jî chê sersurmanê û dilxuşyê û dilşad yê bûn dîsan çend berîkane rojane bo kçan bi dana pêzanînan û lvînên leşî ku evejî bo cara êkê ne dnav kempê da dhêne encam dan
Her dîsan rûniştnên (civakî û derûnî) weku haletên taybet serederyeka guncayî û ekadîmî dgel da hatîne krin û ewa pêdvî buy bername li dûv taybetmendyê bo hatîne danan
Her dîsan drêka tîm lêder û (10) xubexşên rahêner pêkrî da li dûv dabeşkirna kempê seredanên meydanî bo nav xîvetan , daku li nêzîk rewşa afret û kçan bzanin û peyama senterî bgehîne wan daku ewjî bi berdewamî qesta senterî bken bo hindê senter jî bi berdewamî xizmeta wan bketin.
Hejî gutnê ye ku senterê şanaz yê cvakî bo afretan li kempa kebertu 2 ser bi nisttîwta dhok bo rewşenbîrya giştî ye û sinduqa netewên êkgirtî bo danîştwan spunserya çalakyan dket di xizmeta afret û kçên awareda.

Ragehandna
Inisttîwta Duhok bo Rewşenbîrya Giştî

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *