Genc û Paşeruj çaveke li ser paşerujê û pençereke tîrujkê di berdete ser hemû arîşe û asteng û aluzyên dibne berbest di rêka gehiştna runahyê yan şêwandin û şûlîkirna runahyê di jyana gencan da , pêxemet dînamuyên guhrînê di karên xuda berdewam bin û her di runahyê da bin , herwesa genc û paşeruj hêvêne û amadeye di nav hemû xuşî û şadyên gencan da û piştevan û harîkare li her behreyeka gencan di hemû bwaran da û ji boy avakirna paşerujeka geş bo gencan , ev bername li sala ( 2005- heta 2012 ) wate ( 8 ) salan heftyane bi rengekêg01 zîndî anku ( 368 ) xelek lê hatîne pêşkeşkrin li radîwya dhok û bi çavdêrya ( nisttîwta dhok bo rewşenbîrya giştî ) ku heftyane bi sedeha gencan çaverê bûn û mfayekê zîde mezn lê werdgirt.