Senterê şanaz yê cvakî bu afretan li kempa kebertu 2 ku se ri b Inisttîwta Duhok bu rewşenbîrya giştî( DIGC) ye be rdewamel se ri karuçalakyên xu bi piştevanya sinduqa netewên yêkgirtî bo danîştwan ( UNFPA).di v heftyê da se nte ri şyaye çendîn çalakîn cuda cuda di xizmeta afret û kçên aware e ncam bde ti mîna .
*çalakya êkê :
-smînar :
R- b-ev smînare li ruja( êk şembî ) li rêkeftî(13/9/2015 )li demjimêr11:00 î spîdê li hula senterê şanaz li kebertu 2 hate encamdan û smînarek li dûr ( bextewerya xêzanê)jlayê (Revîn Reşîd)rêvebera senterî ve piştî nafhatî babetê xu pêşkeş krî têda bi run û aşkera behsê :
1-çewanya gringî danê bi xêzanê .
2-herwesa çendîn rêk bo avakirna xêzaneka bextewer jî bo amadebuyan hatne gutin li dûr bexteweryê.
3- dîsan rêkên bexte werî xêzanê ,herwesa dan wistandin li ser babetî hate krin .
B-ev smînare li ruja( dûşembî ) li rêkeftî)14/9/2015 )li demjimêr11:00 î spîdê li hula senterê şanaz li keberte 2 hate encamdan wbabetê smînarê yê taybet bo li dûr ( serederya kçê dgel deykê )jlayê xubexşên senterî ve(Sehir Slêman û Buhar Fars) piştî babetê xu pêşkeş krî têda bi run û aşkera behsê :
1- çawanya serederyeka baştir dnavbera kçê û deykê da .
2- herwesa di smînarêda be hsê serederya baş dnav bera kçê û deykê hate krin û çendîn encamên baş hene û eger serederyeka xrab bît dê çendîn encamên xrab peydabin .
3- herwesa dana çendîn şîret û amujgarya bo afret û kçan , dîsan çendîn nmune hatne behis krin û şluve krin bo amadebuyan .
– c-ev smînare li ruja( çarşembî ) li rêkeftî(16/9/2015 )li demjimêr11:00 î spîdê li hula senterê şanaz li kebertu 2 hate encamdan û smînarek li dûr ( çawanya xuparastin ji nexuşên vegir )jlayê (Hena Sêdîq) karmenda derûnî ve piştî nafhatî babetê xu pêşkeş krî têda bi run û aşkera behsê :
1-çewanya gringî danê bi paqijya xu jlayê saxlemî ve.
2-herwesa çendîn şîret û amujgarî jî bo amadebuyan hatne gutin li dûr saxle myê.
3- dîsan çendîn rêk û rênma bo xuparastinê jvan nexuşyan ,herwesa dan wistandin li ser babetî hate krin .herwesa çareserî , û li dîmahyê jî dan û standin li ser babetî jlayê amadebuyan ve û herwesa çendîn nmune li ser babetî .
*çalakya duwê :
-xul :
E vi xule li roja (êk şembî ) li rêkeftî (13/9/2015) li hula senterê şanaz li kebertu 2 bo (25) afret û kçan hatye vekrin û dê bo (5) rojan vekêşît û rojane bu mawê (3) demjimêran dê wane bi rengekê tîwrî û praktîkî hête gutin û dber xulê ra dê smînarên curawcur bu pişkdaran hêne gutin û dê ruyiniştnên taybet û bitnê dgel karmenda cvakî hêne encam dan bo hindê ser encam mfayekê mezn bgehîte her pişkdarekê û hejî gutnê ye ef xule li ser destên rahênerên şareza dhêne gutin û şruvekrin ku şarezayeka gelek baş di evî warî da heye û ewbabetên dhêne gutin rojane bi evî rengîne mîna (çend ruj bo dîzayn kirnê û rujên dî bo drûna cil û be rgan ) li gur bawerya me em şyayn di demekê gelek kurt da baştirîn xizmet pêşkeşî wan bkeyn .
– Berîkane :
hebuna çalakên curawcur dnav senterî da buyne egerê hindê ku rojane afret û kça bi rengekê gele ki berifree qesta senterî bken nemaze encam dana (berîkanan ) şêwazê çalakyeka nûye û dilxuşyeka mezn li def wan peyda dket û jiblî mfa gehandna wan lewra li roja (pênc şembî ) li rêkeftî (17/9/2015) li demjimêr11:30 li hula senterê şanaz li kebertu2 berîkanek di navbera (30) afret û kçan da hate encam dan û têda babet yê grêdayî bû bi (berîkaneka rewşenbîrî hizrî ) piştî grup hatîne drustikrin û lîjna helsengandinê bo hatye drustikrin û pisyar hatne arastekrin û nimre bo her grupekî hatne danan û bi dilxuşî û keyifxuşî û grinjîn û dest qutan grupê (pêgvejyan) têda serkeftî bu hejî gutnê ye ef berîkane bo mawê (2) demjimêran vekêşa pişkdarran daxwazkrin ku ev curê çalakyan berdewamyê bdenê.
*Çalakya syê:
– seredanên meydanî:
Êk ji bernamên me ewe ku drêka xobexşanda em name û peyama senterî bgehîne zêdetrîn afret û kçan daku qesta senterî bken da senter bi baştirîn şêwaz xizmeta wana bket , jber hindê rojane tîmên me anku (xubexşên ) senterî û dgel tîm lêderan qesta nav xîvet û heykelan dken daku ji nêzîk haydarî rewşa afret û kçan bbin û ev bername li roja (yêk şembî) taku ruja ( pênç şembî ) anku li rêkeftî13 /9/2015 taku17/9/2015 seredana (64) malan krîne û (292) kes dîtîne ji wana (206) afret û kiç buyne û peyam û nama senterî gehandîne wana û daxwaz ji wana krîne ku qesta senterî bken daku baştirîn xizmet werbigrin û li demê qesta senterî dken jlayê tîm lêder û xubexşan ve dhêne pêşwazîkrin û rêzeka mezn li wan dhête girtin.
*çalakya çarê :
Seredanên senterî :
Li senterê me tumarek hatye drustikrin ya taybete bi wan afret û kçên seredana senterî dken bi her mereme kê bît û pêşwazî li wan dhête krin û navên wan dhêne tumarkrin lewa li ruja( yêk şembî ) taku ruja (pênc şembî ) wanku li rêkeftî (13/9/2015) taku (17/9/2015) () afret û kçan seredana senterî krîne bi meremên cuda cuda (tumarkirna navên xu boxula ) û (pêzanîn li dûr senterî ) herwesa bi merema (pişkdarî kirnê di smînar û berîkanan da ) .
*çalakya pêncî :
-kumbûnên stafê karî .
Li dûv ecindayeka pêş wexte heftyane kumbuna asaya stafî karî dhête encam dan bi merema destinîşankirna (xalên bhêz û xalên lawaz û têbînî û pêşînyar bo serkeftna karî )le wra li ruja (çarşembî ) li rêkeftî (16/9/2015 ) kumbuna asaya senterî bi amadebuna stafê karî û bi serperiştya (rvîn rşîd ) weku rêvebera senterî li demjimêr (8:30 ta 9:30 ) li hula senterî hatye encam dan û têda gelek bi kurtî naveruka kumbunê ev xale bun :
1_ çewanya baştir karkirnê jbo xizmetkirna afret û kçan li snurê kempa kebertu2.
2_ herwesa dvê kumbunêda çendîn biryar hatnedan ku grêday bi karu çalakî û xizme tên meve bu afret û kçan ,dîsan çewanya encamdana xulan û pêşkîşkirna smînarên curaw cur ,herwesa pêgîrî krin bi rênmaya û karubarên kargêrî în senterî.
3_ herwesa haydarbûn ji rewşa awaran dnava kempa kebertu 2 da çewanya serederyê û karu xizmetê bu wan di rêka tîm lêder û xubexşên meda, herwesa tumarkirna nav û daxazên wan .
Hejî gutnî ye e mi şyayn hemû têbînên gengeşe bkeyn û pêgve bgehîne hindek xal û biryaran dxizmeta afret û kçên aware li snurêsenterî da :
-herwesa li ruja sê şembî rêkeftî (15/9/2015) me kumbune ki kir dgel berpirsên her (12) kerta kumbun hate krin jlayê (rvîn rşîd) rêvebera senterî ve dkumbunê da me dan û standin kir li ser rewşa awaran li her kertekî û herwesa bi merema hevkarya wan berpirsên kerta dgel me daku ji nêzîk haydarî rewşa wan bbîn bşên baştirîn xizmeta pêşkêşî wan bkeyn .
*Çalakya şeşê :
Rûniştin dgel hale tên derûnî :
Di evê heftyê da em şyayne (7) haletên derûnî bbînîn û hindek xal û biryaran dxizmeta afret û kçên aware li snurê senterî da .
*çalakya he ftê:
-belavkirna kel û pelan .
Li se nterê şanaz yê cvakî bo afretan berdewam karu çalakî û xizmet dhêne pêşkêşkrin bo afret û kçan li ruja çarşembî rêkeftî (16/9/2015) li senterê şanaz bi hevkarî dgel rêkixrawa (NCA ) em rabûyn bi belavkirna çendîn kel û pelên tendrustî ên zarukan me pêşkêşî (30) zarukan krin bo chê dilxuşya wan û ev çalakye dê ya berdewam bît û berdewam di van kel û pelên tendrustî belav ke în bo zarukan subas bo he vkarya vê rêkixrawê dgel me bo pêşkêşkirna xizmeta bo awaran .
• pêşnyar bo pêşxistna karubarên senterî :
– e mi pêşînyar dkeyn ku (xulên zmanê îglîzî û çareserya despêkî (as’afat alawlye (Aid )bhêne ve krin ka ri bhête krin dxizmeta awaran da çunke ewan daxwaz krîne .
*dumahîk :
Em pêgve hewl bdeyn baştirîn karu xizmet pêşkeşî vî xelkî bkeyn çunke xizmetkirna wan erkekê mruvî û exlaqî yew dvêt em hemû li ser berdewam bîn
Hejî gutnê ye ku e vi pruje bi spunserya (UNFPA) sinduqa netewên îkgirtî bo danîştwan dhête encamdan
ragehandna
Înisttîwta Duhok bo rewşenbîrya giştî