Rêkixrawa (DIGC) senterê şanaz yê civakî yê afretan li zawîte bi çavdêrya rêkixrawa (UNFPA)ya nîv dewletî berdewam me îdanî seredana gundên nahya zawîtey û gundên dewruber dken widvan heftyan me seredana gundê banyê kir. Jbu nêzîk lê nêrîn li rewşa wan û aramya wan jlayê derûnî ve û rîniştnên bitnê dgel barên derûnî û rewanekirna nexuşan û vekirna xulên fêrkirna (kwafîrî , dirwarê ) li chên cuda cuda ,ji bejdaryên 25 kiç û jnên aware yên ku jyê wan lser 15 salyê da. Dmawê van xulan da stafê senterê şanaz yê cvakî radbît bi pêşkêşkirna smînarên(derûnî,civakî,hişyarî saxlemî,rewşenbîrî, û tirfîhî) dgel pêşkêş kirna berîkanan bu dil xuşya kiç û jnên pişkdarî di xulê da krî.
Çalakya êkê:
-seredanên meydanî
Êk ji bernamên me ewe ku di rêka xubexşan da em name û peyama senterî bgehîne zêdetrîn afret û kçan daku qesta senterî bken da tîmê me û xubexşên senterî û dgel tîm lêderan qesta nav xîvet û heykelan dken daku ji nêzîk haydarî rewşa afret û kçan bbin û ef bername li ruja dû şembî taku ruja pênc şembî li rêkeftî 1-10-2015 taku 15-10-2015 di berdewam bun.
*çalakya duwê:
kumbunên stafê karî.
Li dûv ecîndayeka pêş wexte heftyane kumbuna asayya stafê karî dhête encam dan bi merema destinîşankirna (xalên bhêz û lawaz û têbînî û pişnyar bu serkeftna karî) lewra li ruja (pênc şembî) rêkeftî (15-10-2015) kumbuna asayya senterî bi amadebuna stafî û bi serperiştya (Narîn ‘dnan) weku rêvebera senterî li demjimêr (12:00)nîvru li hela senterî hatye encam dan û têda gelek bi kurtî naveruka kumbunê ev xale bun:
1-xubexşan agehdar bkeyn ku ptir pêgîrya karî bken.
2- xulên derbarey (şukirna blez ) bi şêweyekê gelek baş brêve bçin bu heftya bhêt .
3- hemahengî dgel mamusta û muxtar û şêx û mela û parêzeran bkeyn jbu baştir brêvebirna xulê û dîsan daku ptir karîger û mfadar bin.
Hejî gutnê ye em şyayn hemû têbînyan gengeşe bkeyn û pêkve bgehîne hindek xal û biryaran di xizmet û afret û kçên aware li snurê senterî da.
Devê heftyê da em şyayne (2) haletên derûnî bînîn û karmenda cvakî rûniştnên bitnê û taybet dgel da encam bdet û hindek jwana xişteyekê çend rujî bu dabnêt daku bi berdewamî çavdêya wana bhête krin û xizmeta wana bhête krin wib zvirne jyana sruştya berî nuke û em têda di serkeftî buyne.
*pişnyar bu pêşêxistna karubarên senterî:
Em pişnyar dkeyn ku (xulên cura û cur bhêne vekrin, û kel û pel û pêtivyên afretan lser bhêne belav krin)di xizmeta awaran da çunke ewan daxaz krîne.
*dumahîk:
Em pêkve hewl bdeyn baştirîn karu xizmet pêşkêşî vî xelkî bkeyn çunke xizmetkirna wan erkekê mruvî exlaqî ye dvêt em hemû li ser berdewam bîn.
Dgel rêzgirtnê
ragehandna
Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî