Rêkixrawa (DIGC) senterê şanaz yê cvakî yê afretan li zawîte bi çavdêrya rêkixrawa (UNFPA)ya nîv dewletî berdewam me îdanî seredana gundên nahya zawîtey û gundên dewruber dken widvan heftyan me seredana gundê banyê kir. Jbu nêzîk lê nêrîn li rewşa wan û aramya wan jlayê derûnî ve û rîniştnên bitnê dgel barên derûnî û rewanekirna nexuşan û vekirna xulên fêrkirna (kwafîrî , dirwarê ) li chên cuda cuda ,ji bejdaryên 25 kiç û jnên aware yên ku jyê wan lser 15 salyê da. Dmawê van xulan da stafê senterê şanaz yê cvakî radbît bi pêşkêşkirna smînarên(derûnî,cvakî,hişyarî saxlemî,rewşenbîrî, û tirfîhî) dgel pêşkêş kirna berîkanan bu dil xuşya kiç û jnên pişkdarî di xulê da krî.
Çalakya êkê:
– xula fêrkirna dirwarê:
Ev xule li ruja (êk şembî) rêkeftî 4/10/2015 li (gundê banyê) bu (25) afret û kçan hatye vekrin û dê bu (5) rujan vekêşît û rujane bu mawê (3)demjimêran dê wane bi rengekê tîwrî û praktîkî hêne gutin wid ber xulê ra dê smînarên curawcur bu pişkdaran hêne gutin û dê rûniştnên taybet û bi tnê dgel karmenda cvakî hêne encam dan bu hindê ser encam mfayekê mezn bgehîte her pişkdarekê û hejî gutnê ye ev xule li ser destên rahênerên şaraza dhêne gutin û şruvekrin ku şarazayeka gelek baş di evî warî da heye û ew babetên dhêne gutin rujane bi evî rengî ne mîna (rênmayên dirwarê, pîverên perukî, kerkirna perukan, drîna peruka… Hitd).
Li gur bawerya me em şyayn ddemekê gelek kurt da baştirîn xizmet pêşkêşî wan bkeyn.
Çalakya duwê:
-smînar.
–ev smînare li ruja (êk şembî) rêkeftî (25-10-2015) li demjimêr (10:00)ê spêdê dnaf xîvetgehên gundê bagêra hatye encam dan û babet yê taybet bû bi ( gringya layenê derûnî û çawanya xuparastinê ji têkçunên derûnî) jlayê (Nêrgiz Cibraîl) wek karmenda cvakî, piştî babetê xu pêşkêş krî têda bi run û aşkera behsê: rewşenbîrya derûnî û çalakî grêday bi saxlemya derûnî ve wib têrutesel babet şruvekir û paşan babet êxiste ber dan û standinê dgel pişkdaran daku hemî pêkve mfadarbin hejî gutnê ye ef babete nêzîkî (30 xulekan )vekêşa û (25)kiç û afret têda bejdarbun û pişkdarên çalakyê gelek dilxuş û dilşadbun û daxaz krin ku ef curê çalakyan di berdewam bin.
–ev smînare li ruja (dû şembî) rêkeftî (26-10-2015) li demjimêr (11:00)ê spêdê li gundê bagêra hatye encam dan û babet yê taybet bû bi (şukirna blez û bi zûrî) jlayê (Nêrgiz Cibraîl) wek karmenda cvakî, piştî babetê xu pêşkêş krî têda bi run û aşkera behsê: şukirna blez û bi zûrî kir wib têrutesel babet şruvekir û paşan babet êxiste ber dan û standinê dgel pişkdaran daku hemî pêkve mfadarbin hejî gutnê ye ef babete nêzîkî (30 xulekan )vekêşa û (25)kiç û afret têda bejdarbun û pişkdarên çalakyê gelek dilxuş û dilşadbun û daxaz krin ku ef curê çalakyan di berdewam bin.
–ev smînare li ruja (sê şembî) rêkeftî (27-10-2015) li demjimêr (10:30)ê spêdê li gundê bagêra hatye encam dan û babet yê taybet bû bi (tundutîjî djî afretê) jlayê (Viyan Şemal teter) wek rêvebera senterî, piştî babetê xu pêşkêş krî têda bi run û aşkera behsê: gringya afretê wtundutîjî dgel dicvakî da wib têrutesel babet şruvekir û paşan babet êxiste ber dan û standinê dgel pişkdaran daku hemî pêkve mfadarbin hejî gutnê ye ef babete nêzîkî (30 xulekan )vekêşa û (25)kiç û afret têda bejdarbun û pişkdarên çalakyê gelek dilxuş û dilşadbun û daxaz krin ku ef curê çalakyan di berdewam bin.
Çalakya syê:
-seredanên meydanî
Êk ji bernamên me ewe ku di rêka xubexşan da em name û peyama senterî bgehîne zêdetrîn afret û kçan daku qesta senterî bken da tîmê me û xubexşên senterî û dgel tîm lêderan qesta nav xîvet û heykelan dken daku ji nêzîk haydarî rewşa afret û kçan bbin û ef bername li rujaêk şembî taku ruja pênc şembî li rêkeft25-10-2015 taku 29-10-2015 di berdewam bun.
Çalakya çarê:
Devê heftyê da em şyayne (2) haletên derûnî bînîn û karmenda cvakî rûniştnên bitnê û taybet dgel da encam bdet û hindek jwana xişteyekê çend rujî bu dabnêt daku bi berdewamî çavdêya wana bhête krin û xizmeta wana bhête krin wib zvirne jyana sruştya berî nuke û em têda di serkeftî buyne.
*hejî gutnê ye dvê heftyê da(237) kiç û afret mfadar buyne.
Çalakya pêncê:
Seredanên şandan bu senterî.
Devê heftyê da (2) şandan seredana senterî krîne jwana:
Li ruja (sê şembî) rêkeftî (27/10/2015) li demjimêr (11:00) şandekê rêkixrawa (Zahrira lighit of hope) bi serukatya (aşur) ku pêkhatbun ji (aşur , bjar , nur musî , amîre ) bi merema hemahengyeka baş û bhêz dnav bera karê me û rêkixrawa wan da seredana me krin piştî gengeşeka dûru drêj me biryar da ku (rujên dahatî em pêkve cil û bergên zvistanê li awara dabeş keyn) , hejî gutnê ye devê seredanê da em herdûla mfadarbuyn.
Li ruja (sê şembî) rêkeftî (27/10/2015) li demjimêr (11:15) şandekê rêkixrawa (UNFPA) bi serukatya (Sîpel Sêdîq) ku pêkhatbun ji (Sîpel Sêdîq, Serdar Amîr) bi merema hemahengî û harîkaryê û dîvçuna karê me seredana me krin piştî gengeşeka dûru drêj biryar da ku (kel û pelên pêtvî bu senterî peyda ken) , hejî gutnê ye devê seredanê da em herdûla mfadarbuyn.
*pişnyar bu pêşêxistna karubarên senterî:
Em pişnyar dkeyn ku (cil û bergên zvistanê û kel û pel û pêtivyên afretan lser bhêne belav krin)di xizmeta awaran da çunke ewan daxaz krîne.
*dumahîk:
Em pêkve hewl bdeyn baştirîn karu xizmet pêşkêşî vî xelkî bkeyn cunke xizmetkirna wan erkekê mruvî exlaqî ye dvêt em hemû li ser berdewam bîn.
Dgel rêzgirtnê
Ragehandna
Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî