Rêkixrawa (DIGC) senterê şanaz yê civakî yê afretan li zawîte bi çavdêrya rêkixrawa (UNFPA)ya nîv dewletî berdewam seredanên me îdanî bu gundên nahya zawîtey û gundên dewruber dken. Dvê he fityêda me seredana gundê bagêra û êtîtê û banyê kir. Jbu nêzîk lê nêrîn li rewşa wan û aramya wan jlayê derûnî ve û rîniştnên bitnê dgel barên derûnî û rewanekirna nexuşan.
Çalakya êkê:
-seredanên meydanî
Êk ji bernamên me ewe ku di rêka xubexşan da em name û peyama senterî bgehîne zêdetrîn afret û kçan daku qesta senterî bken. Tîma me û xubexşên senterî û dgel tîm lêderan qesta nav xîvet û heykelan dken dkumelgehê daku ji nêzîk haydarî rewşa afret û kçan bbin û ev bername li rujaêk şembî taku ruja pênc şembî li rêkeft1-11-2015 taku 4-11-2015 di berdewam bun. Û li ruja pênc şembî 5-11-2015 me seredana gundê banîyê kir û bi he vkarî dge li rêkixrawa (Zahira) û clu berg hatne belavkrin lser xêzanên awaran.
Çalakya duwê:
Kumbunên stafê karî:
Li dûv ecîndayeka pêş wexte heftyane kumbuna asayya stafî karî dhête encam dan bi merema destinîşankirna (xalên bhêz û lawaz û têbînî û pişnyar bu serkeftna karî) lewra li ruja (pênc şembî) rêkeftî (5-11-2015) kumbuna asayya senterî bi amadebuna stafî û bi serperiştya (Viyan ) weku rêvebera senterî li demjimêr (9:15)spêdê li hula senterî hatye encam dan . Wib kurtî naveruka kumbunê ji evan xalên li xwarê pêk hatbûn:
1-xubexşan agehdar bkeyn ku ptir pêgîrya karî bken.
2-çawanya brêvebirna xulan di heftya bhêt da.
3-xu berhevkrin jbu amadekirna smînaran.
-hejî gutnê ye em şyayn hemû têbînyan gengeşe bkeyn û pêkve bgehîne hindek xal û biryaran di xizmet û afret û kçên aware li snurê senterî da.
-devê heftyê da em şyayne çend haletên derûnî bînîn û karmenda cvakî rûniştneka bitnê dgel nexuşeka derûnî hebû û ya serkeftî bû.
-dvê heftyêda(7) nexuş yên hatîne rewanekrin.
*hejî gutnê ye dvê heftyê da(168) kiç û afret mfadar buyne.
*pişnyar bu pêşêxistna karubarên senterî:
Em pişnyar dkeyn ku (xulên cura û cur bhêne vekrin, û kel û pel lser bhêne belav krin)di xizmeta awaran da çunke ewan daxaz krîne.
*dumahîk:
Em pêkve hewl bdeyn baştirîn karu xizmet pêşkêşî vî xelkî bkeyn vunke xizmetkirna wan erkekê mruvî exlaqî ye dvêt em hemû li ser berdewam bîn.
Dgel rêzgirtnê
Ragehandna
Inisttîwta Duhok bu rewşenbîrya giştî