Senterê şanaz yê civakî boafretan li xankê serb nistityota dhuk ya rewşenbîrya giştî(DIGC)yeberdewame serkaroçalakîn xu bi piştevanya sinduqa netewên îkgirtî bu danîştwan(UNFPA).di vê heftyê da senter şyaye çendîn çalakîn cuda cuda di xizmeta afret û kçên aware encam bdet mîna.
*çalakya êkê:
– smînar :
A-ev smînare li ruja(sê şembî) li rêkeftî( 10/11/2015)li demjimêr(12:00) ê spêdê li hula senterê şanaz li xankê hate encamdan û smînarek li dûr(çawa dê bye keseka serkeftî)ji layê(Jîman Deham) rêvebera senterî ve piştî navhatî babetê xu pêşkeş krî têda bi run waşkera behsê:
-1bi drêjî behsî gringya avakirna kesayetya xo û bawerî bxu hebunê.
2-herdîsan şruvekirna rêkin serkevtinê bu her karekî mruv encam det li her astekî.
3-û çawan dê bye keseka serkevtî di nav cvakî da.
B-ev smînare li ruja(sê şembî) li rêkeftî( 10/11/2015)li demjimêr(10:00) ê spêdê li navêncya (dîrok) ya têkel li xankê hate encamdan û smînarek li dûr(karîgerya şîkirna blez)ji layê(Narîn Nadir) vekulera derunî ve piştî navhatî babetê xu pêşkeş krî têda bi run waşkera behsê:
1-huşyarkirna snêlan ji vê karîgerya şuykirna blez û zorî , çawa dê xu ji vê çendê parêzn.
2-egern peydabuna vê çendê li dev snêlan û xrabya hevjînya zarukînê di nav cvakê meda.
3-bi drêjayê behsî tujbona nexuşîn derunî demê li temenê snêleyê hevjînya zarukînê pêk dênîn.
C-ev smînare li ruja(pênç şembî) li rêkeftî( 12/11/2015)li demjimêr(11:30) ê spêdê li hula senterê xankê hate encamdan û smînarek li dûr(xo parastin ji nexuşya persîfî)ji layê(narîn nadir) vekulera derunî ve piştî navhatî babetê xu pêşkeş krî têda bi run waşkera behsê:
1-çi ya başe em bken dako xu ji persîfê parîzîn.
2-dvêt em cil û berga li dîv werzî berxobken.
3-demê dhête mrovî dvêt mrov destipêkê harîkarya xo bket dîv wê çenda mrovî pê çitbît bo xo bket o eger gelek zor bo dvêt bçîne layê nujdarî.
*çalakya duwê:
– xul:
Ev xule li ruja(êk şembî)ta(pênc şembî) anku li rêkeftî(1 /11/2015) ta ko (5-11-2015)li demjimêr9:00î spêdê li hula senterê şanaz li xankê bo(25)genc û snêlan hatye vekrin û dê bo(5)rujan vekêşît û rujane bu mawê(2ta3) demjimêran dê wane bi rengekê tîwrî hête gutin û dberxolê ra dê smînarn cura û cur bu pişkdaran hêne gutin wdê rîniştnên taybet û bitnê dgel karmenda cvakî hêne encam dan bu hindê ser encam mfayekê mezn bgehte her pişkdarekê û hejî gutnê ye ev xole jlayê (nujdar, parêzer,mamusta,ulê aynî,vekulara deronî )ve dhêne gutin û şruvekrin ku şarezayeka baş di evî warî da heye û ew babetên dhênegutin rujane bi evî rengîne mîna(huşyar kirna snêlan ji metrisîn hevjînya blez o bextewerya xêzanê bo aştîya cvakî)li gur bawerya me em şyayn di demekê gelek kurt da baştirîn xizmet pêşkeşî wan bkeyn.
– xul:
Ev xule li ruja(êk şembî)ta(pênc şembî) anku li rêkeftî(1 /11/2015) ta ko (5-11-2015)li demjimêr11:00î spêdê li hula senterê şanaz li xankê bo(25)afret û kçan hatye vekrin û dê bo(5)rujan vekêşît û rujane bu mawê(2ta3) demjimêran dê wane bi rengekê tîwrî û praktîkî hête gutin û dberxolê ra dê smînarn cura û cur bu pişkdaran hêne gutin wdê rîniştnên taybet û bitnê dgel karmenda cvakî hêne encam dan bu hindê ser encam mfayekê mezn bgehte her pişkdarekê û hejî gutnê ye ev xole lser destên rahênerên şareza dhêne gutin û şruvekrin ku şarezayeka baş di evî warî da heye û ew babetên dhênegutin rujane bi evî rengîne mîna(bernamên kompîwterî bi şêweyekê giştî û nîşadana gringitrîn programin kumpîwterî) li gur bawerya me em şyayn di demekê gelek kurt da baştirîn xizmet pêşkeşî wan bkeyn.
*çalakya syê:
-seredanin meydanî:
Êk ji bernamên me ewe ku di rêka xobexşanda em name û peyama senterî bi gehîne zêdetrîn afret û kçan da ku qesta senterî bken da senter bi baştirîn şêwaz xizmeta wana bket jber hindê rujne tîmên me anku( xubexşên) senterî û di gel tîm lêderan qesta nav xîvet û heykelan di ken da kuj nêzîk haydarî rewşa afret û kiçآni bbin û ev bername li roja (êk şembî) taku ruja (pênç şembî) anku li rêkeftî(8 /11/2015 )taku(12/11/2015)seredana(77) malan krîne û(890) kes dîtîne ji wana(465) afret û kiç buyne û peyam û nama senterî gehandîne wana û daxwaz ji wana krîne ku qesta senterî bken da ku baştirîn xizmet werbigrin li demê qesta senterî dken ji layê tîm lêder û xubexşan ve dhêne pêşwazî krin û rêzeka mezn li wan dhête girtin.
*çآlakyaçarê:
Seredanin senterî:
Li senterê me tumarek hatye drustikrin ya taybete bi wan afret û kçên seredana senrey dken bi her meremekê bît û pêşwazî li wan dhête krin û navên wan dhêne tumarkrin lewa li ruja (êk şembî )taku ruja (pênç şembî) anku li rêkeftî (8/11/2015) taku(12/11/(2015 (18) afret û kçan seradana senterî krîne bi meremên cudacuda (tumarkirna navên xu bu xula) û ( pêzanîn li dûr senterî) herwesa bi merama ( pişkdarî kirnê di smînar û berîkanan da).
*çalakya pênçê:
Kumbunên stafê karî:
Li dûv ecindayeka pêş wexte heftîyane kumbuna asaya stafî karî dhête encam dan bi merema desnîşankirna( xalên bhêz û lawaz û têbînî û pêşnyar bu serkeftna karî) lewra li ruja(pênç şembî) li rêkeftî(12/11/2015) kumbuna asaya senterê bi amadebuna stafî karî û bi serperiştya(jîman dham)weku rêvebera senterî li demjimêr(12:00) li hula senterî hatye encamdan û têda gelek bi kurtî naveruka kumbunê ev xale bun:
1-dvêt baştir karkeyn bu xizmeta kiç û afretin aware li snurê devera xankê.
2-di vê kumbunê da çendîn biryar hatnedan grêday bzaf û çalakîn senterê me, herdîsan çawanya pêşkêşkirna smînarn curewcur û gişt babetan bxuve bigrît , pêgrî krin bi rênmayên senterî bhête krin.
3-ji hemya gringtirhaydarî rewşa awara û xelkê deverê bi rêka xubexiş û tîm lîdern senterî ve,û tumarkirna nav û daxazîn wan.
Hejî gutnê ye em şyayn hemû têbînîn gengeşe bkeyn û pêkve bgehîne hindek xal û biryaran dxizmeta afret û kçên aware li snurê senterî da.
Çalakya şeşê:
Runîştin dgel haletin derûnî:
Di evê heftyê da em şîyayne( 4)haletên derûnî bbînîn û karmenda cvakî runiştnên bitnê û taybet dgel encam bdet û hindek jwana xişteyekê çend rujî bu dabnêt daku bi berdewamî çavdêrya wana bhête krin û xizmeta wana bhête krin û bzivirneve jyana sruştya berê nuke û em têda di serkeftî buyne.
*çalakya heftê:
Belavkirna kel û pelan:
Li rojn çarşembî û pênç şemb rêkevtî11-12/11/2015senterê me rabuye bi belav kirna cil û bergan lser xelkê aware ,ev cil û berge hatbune amadekrin jlayê stavê senterî bxu, wev çende bo chê dilxoşya xelkê devera xankê.
Çalakya heştê:
Seredanên şanda:
Seredan whevkarya me di gel senterê (jîn) yê berengarya tundutêjî djî afretan ser bi rêkixrawa(IRC).em şyayne smînareka taybe ti bo(15) kiç û jnên aware û xelkê li snorê devera xankê, smînar jlayê(Viyan Ebduallah) hate pêşkêşkrin li dûr)tondotîjya xêzanî o karîgerya wê li ser zarokî).evê smînarê gelek kartêkirna xu hebu li ser amadebuyan û şruvekirna gelek xalên gring ku pêtivye kiç û jin bzanin,her dîsan bu chê mfa wergirtna hemyan.
Pêşînyar bo pêşxistna karubarên senterî:
-em pêşnyar dkeyn ku( xulafêrkirna dirwarê) bhête ve krin kar bhête krin di xizmeta awaran da çunke ewan daxwaz krîne.
*dumahîk:
-em pêkve hewl bdeyn baştirîn karu xizmet pêşkeşî vî xelkî bkeyn çunke xizmetkirna wan erkekê mruvî û exlaqî ye û dvêt em hemû li ser berdewam bîn
Hejî gutnê ye ku ev pruje bi spunserya(UNFPA) sinduqa netewên îkgirtî bo danîştwan dhête encamdan.
Dgel rêzgirtna
Ragehandna
Inistityota Duhok ya rewşenbîrya giştî