Rêkixrawa (DIGC) senterê şanaz yê civakî yê afretan li Zawîte bi çavdêrya rêkixrawa (UNFPA)ya nîv dewletî berdewam seredanên me îdanî bu gundên nahya zawîtey û gundên dewruber dken. Dvê he fityêda me seredana devera bagêra mesîhya dkir. Jbu nêzîk lê nêrîn li rewşa wan û aramya wan jlayê derûnî ve û rîniştnên bitnê dgel barên derûnî û rewanekirna nexuşan. Smînarên hemecur hatne pêşkêşkrin lser babetên( tundutîjî djî afretê û saxlemya derûnî û paqjî).
Çalakya êkê:
Xula cwankaryê:
E vi xule li ruja (êk şembî) rêkeftî 15/11/2015 li (devera bagêra mesîhya) bu (25) afret û kçan hate vekrin û bu mawê(5) rujan ya berdewambû û rujane bu mawê (2)demjimêran wane bi şyêwazekê tîwrî û lse ri binyatên têge hiştnê dhatne gutin wid ber xulê ra smînarên curawcur bu pişkdaran dhêne gutin û rûniştnên taybet û bi tnê dgel karmenda cvakî dhêne encam dan bu hindê ser encam mfayekê mezn bgehîte her pişkdarekê û hejî gutnê ye ev xule li ser destên rahênerên şareza dhêne vekrin û şruvekrin ku şarezayeka gelek baş di evî bwarî da heye û ew babetên dhêne gutin rujane bi evî rengî ne (paqijkirna pîstî ji myên zêde, çawanya danana mîkyacî, rengkirna pirçê, çawanya çavdana pirçê… Hitd).
-Ji hejî gutnê ye ku li ruja dumahyê ji xulê hijmareyeka kelupelên saxlemyê lser kiç û jnên aware hatne belavkrin.
Çalakya duwê:
kumbunên stafê karî:
Li dûv ecîndayeka pêş wexta heftyane kumbuna asayya stafê karî dhête encam dan bi merema destinîşankirna (xalên bhêz û lawaz û têbînî û pişnyar bu serkeftna karî) lewra li ruja (pênc şembî) rêkeftî (19-11-2015) kumbuna asayya senterî bi amadebuna stafî û bi serperiştya (Viyan ) weku rêvebera senterî li demjimêr (9:00)spêdê li hula senterî hatye encam dan . Wib kurtî naveruka kumbunê ji evan xalên li xwarê pêk hatbûn:
1.çawanya brêvebirna xul û gutna smînaran di vê heftyêda.
2.çawanya vekirna xulan û gutna smînaran di heftya bhêtda.
3.berdewamî dan jbu harîkarya kiç û jnên aware.
-hejî gutnê ye em şyayn hemû têbînyan gengeşe bkeyn û pêkve bgehîne hindek xal û biryaran di xizmet û afret û kçên aware li snurê senterî da.
-hejî gutnê ye dvê heftyê da(175) kiç û afret mfadar buyne.
-pişnyar bu pêşêxistna karubarên senterî:
Em pişnyar dkeyn ku (xulên cura û cur bhêne vekrin, û kel û pel lser bhêne belav krin)di xizmeta awaran da çunke ewan daxaz krîne.
*dumahîk:
Em pêkve hewl bdeyn baştirîn karu xizmet pêşkêşî vî xelkî bkeyn çunke xizmetkirna wan erkekê mruvî û rewşitî îy ye dvêt em hemî li ser berdewam bîn.
Dgel rêzgirtnê
Ragehandna
Inisttîwta Duhok bu rewşenbîrya giştî