2024/11/24 1:25:42
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Çalakî | ber bi serbexweyê
abdul aziz

ber bi serbexweyê

• pşka ḧeftê:
polînikirina desthelatan destinîşanikirina erk û rolê her desthelatekê ji boyi xizimetkirina berjewendiya gşitî nekarekê hndê bi sanahî ye , lê eger bi plan û beriname her desthelatek li dûv pêdivî û daxwaziyên xelkî berinamê xwe darêjît, helbet dê pêgve grêdanek di navbera wê desthelatê û xelkî da drust bît, belê bi mxabinî ve di vî çarçûveyi da hzir weku pêdivî li ser ne hatiyekirin jber hndê baraptirî desthelatan wekî xwe bixu kar dken, lewra herdem dûratiyek di navbera wan û xelkî da heye demê dûratî hebît kêmasî peyda dbin demê kar li ser kêmasiyan nehêtekirin dbine arîşe demê arîşe nehate kuntirolkirin çi sinor namînin û her êk wekî xwe reftarê dken dwî demî da hemî desthelat hemî xelk pêgve zerermende me divêt beḧsê rêzbendiya desthelatan bo hewe diyar bikeyin.
1ـ desthelata yasa dananê.
2ـ desthelata cê becêkirinê.
3ـ desthelata dadweryê.
4ـ desthelata ragehandinê.
5ـ deshelata rêkxiraw û komelên medenî.
nuke me divêt li ser sê desthelatan pasê bideyin û derbaz bibîn û beḧsê desthelata çarê bikeyin desthelata çarê jî dhête dabeşkirin û polînikirin li ser evên li xwarê.
1ـ rujname û guvar wate xwandin.
2ـ tlevziyun wate dîtin.
3ـ radiyo wate bîstin.
4ـ suşiyal mîdiya wate turên civakî.
heke bihêt her êk ji vane em li ser brawestîn renge her êkî pêdivî bi çend goşe û gotaran hebît daku bşên xalên bi hêz û lawaz di nav her êk jvane destinîşan bikeyin xalên bi hêz percan bikeyin xalên lawaz li çareseryan bigerîn, çuniku desthelata çarê karîgerî û kartêkirineka êkcar mezn li ser hzir û hest û reftarên her takekesekî heye, ji ber hndê jî divêt hemî demekî gelek bi başî bzanin.
dê çawa ew madên li ber destê wan arasteyi raya gşitî keyin?
we dê çawa hzir di wê çendê da ken ku babet û prsên neteweyî û nşitîmanî jêkcuda ken?
we dê çawa berjewendiya gşitî li berçav girin nexasme di babetekê mîna rîfrandom ber bi serbexweya kurdistanê?
nuke ez weku ‘ebidul’ezîz dê van prsiyaran arasteyi kak rêncberî kem bo hndê hêşita babet bi hzir û boçûnên cuda cuda bihête zengînikirin û şrovekirin daku xwandevan jî babetî zêdetir li ser hzirekê bixwînît û werbigirît.
p 1/kak rêncber tu weku mamostayekê zanikoyê şareza di warên yasayî da tu rolê desthelata çarê çawa dbînî?
rêncber: helbete her desthelatekê rol û erkê xwe heye desthelata çarê jî ku li ser mîdiyayê bi gşitî hatiye pesendkirin divêt ev desthelate hemî demekî di xizimeta berjewendiya gşitî da bît û hewl bidet bibîte preka rastgoyî û wêrekiyê di navbera xelkî û desthelatê da, çuniku desthelata çarê dşêt rastewxwe û nerastewxwe biçîte di nav her malekê da û karîgeryê û kartêkirinê li mejiyê her takekesekî biketin, ji ber hndê divêt her rûdanek û pêşhatekê bi drostî helsengînît û ya pêdivî û pêdivîtir di berjewendiya gşitî da bo biket, nexasme heke prseka nşitîmanî hate pêş nmûne bo vê çendê mîdiya divêt bo prsa rîfrandom ber bi serbexweya kurdistanê di wî astê berprsiyaretiyê da bît û evê prsa nşitîmanî bi rastgoyî ya ne û şefafane veguhêzît.
p 2/kak rêncber çi erk dkevîte ser milên desthelata çarê ku mîdiyaye bo hndê giringiya prsa rîfrandomê bo xelkî şrove biket?
rêncber: kak ‘ebidul’ezîz di rsta prsiyarê da tu dbêjî (giringiya) prsa rîfrand‌umê wate ev prse prseka gelek giringe , lewra jî divêt mîdiya dçarçûvê giringiya vê prosê da gelek bi giringî evê prsê bo hemî tex û çînan şrove biken û di rêya xelkê şareza û bsporên taybetmendên cuda cuda evê prsê di rêya rîportaj û mêzgerdên xweda bo xelkî ewa pêdivî biket wî demî dê bi drustî jî erk û rolê mîdiyayê diyar bît û berçav bît we xelk dê xwe di nav mîdiyayê da bînin paşî dê pêgve grêdanek di navbera xelkî û desthelatê da drust bît egerê serekî desthelata çarê û mîdiyaye.
dûmahî em pêgve gehişitîne wî encamî kanê giringiya desthelata çarê çî ye û heke bvêt dşêt çi rol bigêrît û ew rolê dgêrît dê çawa kartêkirinê li bara ptirî tak û civakî ket wate desthelata çarê bi hemî rêk û mîkanzimên xweve dşêt karîgeryeka êkcar mezn hebît nexa sme di proseyeka mîna rîfrandom ber bi serbexweya kurdistanî,َ çuniku divêt hemî layek ji qûnaẍa axftin û tiyorî derbaz bibin bo qûnaẍa kriyar û praktîkî û bo vê çendê mîdiya dşêt kar ekterek gelek karîger bît divê prosa nşitîmanî da daku ew jî bşêt biçîte di dergehê serferaziyê da nuke bi tinê ya mayi bibêjîn belê hzar caran belê bo rîfrandom ber bi serbexweya kurdistanê.

pşka heşitê/ rolê revendê
me di xelekên çuwîyi da beḧsê rolê gelek layen û texuçînan di nav kurdistanê da kriye, lê evroke me divêt beḧsê rolê revenda kurdistanî li derveyi kurdistanê da bikeyin wate drustkirina lobiyên bi hêz bo pşitevaniya rîfrandoma serbexweya kurdistanê da ji ber wan kawdanên cuda cuda ewên bi serê xelkê kurdistanê hatîn di qûnaẍên cuda cuda da hemî ew layenên siyasî li herêma kurdistanê hemî ew pêkhatên neteweyî li herêma kurdistanê hemî ew pêkhatên ayinî li herêma kurdistanê hemî taybetmendiyên cuda cuda li herêma kurdistanê qesta derveyi welatî krîne bi ser bara ptirî welatên cîhanê hatîne belavkirin ev xelkî fêrî keltûr û yasa zimanên dewletên dunyayê buwîne,belê li wê bawerê dane ku hemû wextekî ‘eşqa kurdistanê axa kurdistanê navê kurdistanê alayên kurdistanê şehîdên kurdistanê karesat û tawanên bi serê kurdistanê hatîn navên pêşmergên kurdistanê destkeftên ḧukmeta herêma kurdistanê hemî demekê buwîne volkaneka mezn di dlê wan da gaziya dewletibûnê dken û evî xelkî şiyayine têkeliyeka geleka baş li gel xelkê wan dewletan biken ewên lê akincî jber hndê ev deme dem demê wane roj roja wane ku hewl biden peyama xelkê kurdistanê bigehîne cihên briyar danê we bşên daxwaziyên gelê kurdistanê bi hemî pêkhatên wêve bigehîne raya gşitî ya cîhanê we bi cl û bergên kurdî we bi cl û bergên kurdistanî bi alayên kurdistanê bi zimanên kurdistanê cuda cuda li ser cade û li cihên fermî encam biden we daxwaziya xelkê kurdistanê bigehîne navendên briyar dana cîhanî we bşên rolekê gelekê mezn bigêrin bo pşitevanîkirinê li rîfrandoma serbixweya kurdistanê, çuniku revenda kurdistanî nuke şiyayine têgehişitina rasta hemî wa dewleta bzanin ewên lê dijîn jber hndê pşitevaniya wan dewleta bi destveyinana wan dewletan pşitgîrîkirina navendên briyarê yên wan dewletan bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê gelek giringe min divêt bêjme hemî revenda kurdistanê we bîra wan li gotineka meznan bînmeve demê dbêjît (şam şekre belê welat şrîntire)raste nha ew welatê hewe li wê şekrê gelek şrîntire jber hndê divêt evroke mezntirîn rol bihête gêran bu pşitevaniya rîfrandoma serbixweya kurdistanê nuke ez weku ‘ebidul’ezîz dê van prsiyarên li xwarê arasteyi rêncberî kem:
p 1/rêncber te divêt çi bêjiye revenda kurdistanî li derveyi welatî bu pşitevanîkirinê li rîfrandoma serbixweya kurdistanê?
rêncber: helbet rolê her take kesekê dprsên nşitîmanî û neteweyî da rolekê giringe nexa sme revenda kurdistanî li derveyi welatî çuniku gelek caran şêwazê hzirkirina wan cudahî heye li gel hzirkirina takên kurdistanî lê demê kar dhête ser hndê ku welatê wan yê li ber guhorînên mezn, ew jî rolê xwe dgêrin lê bi ḧukmê rêsa û yasayên her welatekê divêt kar li ser hndê bihêtekirin ku bi rengekê medenî şarstanî aşitîxwazane bşên pşitevaniyê bo rîfrandoma serbexuya kurdistanê bi delîve bibînin û hewl biden li dûv yasa belgenameyên nêvdewletî bîra hemî perleman û ḧukmet û cihên briyar danê li her welatekî bîneve ku her milletekê mafê çarenvîsî heye eve xaleka gelek giringe daku bşên wê pşitevaniyê bi destvebînin.
p 2/rêncber jbilî belgename yasayên nêv dewletî çi tşitê dî yê giringe revenda kurdistan li derveyi kurdistanê bîra civakê nêvdewletî bînteve daku pşitevaniya wan bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê bi destve bînin?
rêncber: eve prsiyareka gelek cwane û divêt revenda kurdistanî hemî rêk û alav û mîkanzim axftin û kriyarên cuda cuda ne bitinê yên derveyi kurdistanê belku yên di nav kurdistanê jî da bîra civakên nêvdewletî û navendên briyardanê bîneve ku bi tinê gelê kurdistanê her li şerrê cîhanî yê êkê paşan şerê cîhanî yê duwê dabeşkirina kurdistanê bi ser dewletên cuda cuda da nexa sme ew tawan û karesatên êk li dûv êk li ser destên rjêmên ‘îraqê bi taybet (35) salên ḧukmiraniya rjêma sedam û be’siyan hemî tawanên dijî mirovayetiyê bi serê xelkê kurdistanê înayin pşitî nemana wê rjêmê jî beẍda her neşiya mafên xelkê kurdistanê bo dabîn biket wate li destpêka drust bûna ‘îraqê ‘îraq bi zurî hatiye pêk înan û drust bûye bi taybetî pşitî drustibûna mezntirîn rêkxirawa tîrorstiya bi navê (da’ş) ku navudengiya wê li hemî cîhanê belav bûye belê pêşmergên kurdistanê bi hemî pêkhatên xweve ew bitinê şiyan estura da’ş têk bşkênin û li pêş hemî cîhana azad bi taybet ewên beḧsê mafê mirovî dken şerî biken,lewra evruke ew roje ku civakê nêv dewletî jî pşitevaniya serbixweya herêma kurdistanê biket we bo vê çendê revenda kurdistanê dşên başitirîn rol bigêrin.
dûmahîk wate li dûmahiyê ez û rêncber gehişitîne ewê baweryê ku eger revenda kurdistan bvêt dê şêt rolekê mezn gêrîtin bu pşitevanî û bi destveyinana perleman û ḧukmet navendên briyar danê li hemû cîhanê bo rîfrandoma serbexuya kurdistanê careka dî dê bêjîne hemî revenda kurdistanê jbîr neken (şam şekre belê kurdistan gelek şrîntire).

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *