2024/11/24 1:15:51
Nûtrîn Çalakî
Destpêk | Çalakî | ber bi serbexweyê
abdul aziz

ber bi serbexweyê

pşka nehê:
her car nvîsîn û beḧskirina rolê layen û texeka dest nîşanikrî şrovekirin li ser ne karekê bi sanahî ye, renge bo xwandevanî gelek bi sanahî bît û mfayekê mezn jê wergrît, lê bo nvîserî ne ya bi sanahî ye, çuniku berprsiyareyeka êkcar mezne, ewa me divêt di goşa evê carê da beḧs bikeyin pşitevaniya her sê parçên dî yên kurdistanê ne aniku rojhelat bakor rojava bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê, çuniku di çarçûvê yasayê da wan maf nîne pşkdariyê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da biken, lê ew dşên pşitevaniyeka neteweyî ya bi hêz bo başûrê kurdistanê peyda biken, ku ew netewe ya bi hêz bibîte hêzeka nşitîmanî berî her dewletekê her gelekê her netewekê her milletekê her civakekê ev hersê parçe bi drustibûna dewleta kurdistanê li başûrê kurdistana mezn dê ser bilind bin jber hndê her sêk parçe çi li başûrê kurdistanê bin yan li parçên xwe bin yan li derveyi kurdistana mezn da bin dşên pşitevaniyeka mezn bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê biken pşitevaniya wan hêzeka mezn li serbixweya kurdistanê biken pşitevaniya wan hêzeka mezn li başûrê kurdistanê peyda dket pşitevaniya wan gehandina boçûna îrada başûrê kurdistanê ye bu hemî civakê nêvdewletî pşitevaniya wan ‘eşqeka mezn bo drustibûna dewletê drust dket pşitevaniya wan bangewaziye bo dewleta kurdistanê bu parastin û ser êxistina pêgvejiyanê we di heman dem da drustibûna başûrê kurdistanê bu dewleteka serbexwe hêzeka mezne bo her sê parçên dî ku eger evroke başûr bibîte kurdistan divêt ewjî bzanin subahî yan dûr û nêzîk parçên dijî dê bine dewlet taku hêdî hêdî ev sinorên destkrd dinavbera her çar parçên kurdistanê nemînin û nexşê kurdistana mezn cêgîr bibît, jber hndê jî divêt her sê parçên dîtir kar û çalakiyên cuda cuda bo hişiyariya neteweyî encambiden û ne bi tinê berî encamdana rîfrandomê, belku pşitî encamdana rîfrandomê jî divêt her berdewam bin taku ragehandina dewleta kurdistanê pşitî ragehandina dewleta kurdistanê jî divêt her berdewam bin bo parastina dewleta kurdistanê taku danpêdanên nêvdewletî bo peyda dbin, nuke ez weku ‘ebidul’ezîz dê van prsiyaran arasteyi rêncberî kem:
p 1/ rêncber bi dîtina te parçên dî yên kurdistanê dşên çi rol bigêrin bo pşitevaniya rîfrandoma serbixweya kurdistanê?
rêncber: bêguman kak ‘ebidul’ezîz me gelek tşitê di serî da beḧskrî û amaje pêdayî lê gelek caran bo serkeftina tîpeka tepapê pşitevanî divêt aniku dbêjn handerên her tîpekê yarîkerê dwazdê ye di gorepana yariyê da bi ramaneka dî handan êk ji xalên bo serkeftina her yariyekê û prosekê bo prosa rîfrandoma serbixweya kurdistanê jî başûrê kurdistanê pêdivî yeka gelek mezn bo handan û palpşitî û pşitevaniya hersêk parçên dî heye, çuniku nuke roj roja helkirina alayê kurdistanê ye parastina neteweyî drustibûna zimanê standarde jber hndê bi bawerya min eger hersêk parçe bi mîkanzim û alavên cora û cor pşitevaniya rîfrandoma serbixweya kurdistanê biken, dê xelkê başûr roja hejmêrin kanê dê kengî bîte rêkeftî (25/9/2017) daku bi dengê xwe bi îrada xwe bi bawerya xwe bibêjîte civakê nêvdewletî nexşê sayks pîko bi dûmahî hat divêt nexşekê dî li devera rojhelata naverast bihête darêjtin dinav wî nexşeyi da nexşê here cwan dê nexşê dewleta kurdistanê bît.
p2/ kak rêncberî gelek caran dinavbera pşitevaniyê û pşkdariyê arîşek dşêwazê prsiyarên rujnamevanan drust dbît bo xelkê hersêk parçan di heman dem da bersva wan jî alûzî lê drust dbît wate temaşevan û guhdarên saziyên ragehandinê di wergirtinê da aloztir dbin boçûna te bo vê çendê çî ye?
rêncber:kak ‘ebidul’ezîz prsiyarate ya rûn û aşkeraye tu yê dbêjî pşitevanî (yan pşkdarî) divêt hemî layek baş bzanin dçarçûvê hemî distûr û yasa û rêsayan da xelkê hersê parçên dî mafê pşkdariyê û dengdanê drîfrandoma serbixweya kurdistanê da nîne, lê mafê pşitevaniyeka mezn heye, çuniku baraptirî xelkê herçar parçên kurdistanê êk ziman bikardînin êk netewene êk ax heye êk ala heye evroke parçeyek ji her çar parçan dê ber bi azadî û serferaziya êk carekî brêkevît eve prseka neteweyî civakî mirovî ayinî exlaqî ye, lewra divêt bi tinê palpşit û pşitevan bin daku prosa rîfrandoma serbexweya kurdistanê bi çavdêriya navendên briyardanê da li seraniserî cîhanê bi serkeftiyane bi dûmahîk bihêt evroke ew dê palpşitiyê li başûr ken subahî başûr dê palpşitiyê li wan ket û başûr dê bîte mala mezn û pşitevaniyeka bi hêz bo bi destveyinana mafên wan jî.
dûmahîk em pêkve gehişitîne ewê çendê ku lêk vavartin di navbera pşitevan û pşkdariyê da çenda giringe di heman dem da dest nîşanikirina rêk û mîkanzimên palpşitiyê hêşita giringtire, lewra jî me herdûk polîn kirin û erkê herdukan jî dest nîşanikr bi tinê yamayi bibêjîn rîfrandom ber bi serbixweya kurdistanê pêdivî bi pşitevaniya hersêk parçên dî yên kurdistanê heye we drustibûna dewleta kurdistanê jî dê bîte mala mezna hersêk parçên dî lewra em hemî pêgve bo drustkirina dewleta kurdistanê.

• pşka dehê:

rolê dukandaran
ya veşartî nîne ku her car em beḧsê rolê texek û çîneka giringa civakî dkeyin li dûv têgehişitina me hemî ewên em beḧs dkeyin dgiringn, lê hndek li hndekên dî giringtirin ewa evê carê min divêt beḧsê rolê wan bikem, ew jî(dukandarin) rolê dukandaran weku ew texa gelek giring ku rojane rastewxwe danustandinê li gel xelkî dken ew dşên raya gşitî bi her arasteyeka wan divêt biben çuniku bi rêya karê xwe danustandinan li gel texên dî yên civakî da rojane li gel hzareha mirovan dken eger wana bvêt dê civakî bi arasteyeka erênî ve ben yan beruvajî, lewra li gor bawerya min dukandar dşên rolekê êkcar mezn di proseya rîfrandoma serbexweya kurdistanê da bigêrin, dukandar weku mirovekê rêncber dşêt rolê xwe di hemî prosên jiyanê da bigêrît û rêncberya xwe roj bi rojê ber bi pêşve bibet, çuniku divêt bzanît eger nşitîmanê ew têda dijît ya azad û ya aram bît, ew jî dê şêt bazarkirinê bi rengekê hêşita başitir serkeftîtir encamdet, nek hemî hzira wî bi tinê li ser parewergirtin û qazanckirinê bît. kêm kes hndî dukandarî rojane xelkî dbînît, kêm kes hndî dukandarî rojane serederyê dket, kêm kes hndî dukandarî rojane danustandinê dket, belê hemî ew babetên me beḧskrîn pêdivî bi ser rawestiyanê ye, ew jî kanê çend ji wan gotin û kriyaran di berjewendiya gşitî dane, çend ji wan gotin û kriyaran bi tinê di pare wergirtin û berjewendiya wî dane, ya giringe em hemî gelek bi başî bzanîn eger kurdistana me azad bû sinorên me hatine destinîşanikirin wî demî hemî dukandar dê başitir û karatir hawrdekirinê û hnardekirinê ken wî demî dê zengîntir bin û dê navê welatê wan li ser mtayê wan hête nvîsîn, ev çende ji derveyi bazarkirinê û qazanckirinê bo mirovî ji layê derûnî ve aramiyeka êkcar mezne ji ber hndê jî bo prseka mîna prsa rîfrandoma serxweya kurdistanê dukandar dşêt di frotina her mtayekê da li gel her kesekê kartekê bidete bikrî ku naveroka wê kartê handana xelkî bît daku pşkdariyê bi belê di vê prosê da biken di heman dem da di pare wergirtinê da dukandar dşêt prsa rîfrandoma serbixweya kurdistanê li gel bikrrê xwe, beḧs biket, dîsa dzvrandina baqiya pareyi da dukandar dşêt bibêjît eve min bihayê (250) dînaran yan zêdetir li te zvrand daku jbîrinekeyi pşkdariyê di rîfrandoma serbixweya kurdistanê da bikey, di wî demî da ne bi tinê serokê herêma kurdistanê, ne bi tinê pêşmergeyek li sinoran ne bi tinê mamostayekê ayinî li mzgeftê yan her olekê dî ne bi tinê kadrekê layenê siyasî ne bi tinê mîdiya belku dukandar jî dê bîte kar ekterekê êkcar mezn û dê bîte hevpşkê wan hemî layenên me beḧskrîn û dê bi drustî bîte xudanê vî welatî wate eger dukandarî bvêt dê şêt bibîte pşkeka mezn li serêxistina prosa rîfrandoma serbixweya kurdistanê li herêma kurdistanê, lê heke nevêt yan neket wî demî arîşeka mezn peyda dbît çu demekê neşêt bi mirtaḧî serê xwe danîte ser balîfka xwe û binvît her dê axînika helkêşit di wî demî da peşêmanî fayde naket, ji ber hndê evro roj roja hemî texekê ye nexasme ew texa giringa dbêjnê dukandar, lewra jî ew gotina meznan dhête bîra mirovî demê dbêjît (şolkerê xwebe xoşitviyê xelkî be), dukandar dê bîte şolkerê xwe xoşitviyê xelkî dê mtayê xwe jî froşît, dê parên xwe jî wergrît dê qazanc jî ket, lê divêt hemî prsên nşitîmanî û neteweyî jbîr neken daku bşêt li ser bazarkirina xwe yê berdewam bît, eve hndek maf û erkên dukandarî bûn me dane xoyakirin, belê raman ew nîne ku eve bi tinê ne û bi dûmahî hatin di prseka mîna serbixweya kurdistanê da, divêt em hemî xwe bi xudan bzanîn bibîne hevpşk û palpşit bo serkeftina wê prosê, çuniku eger me ew nekr em hemî têda dê xusaret bîn, demê xusaret jî dbîn, di wuvda em çi bikeyin fayde naket, çuniku nuke em weku herêma kurdistanê yê wekî xwe daxvên, belê me pêdivî ya bi drust bûn û ragehandina dewletê heyi dewletê jî pêdivî ya bi me hemiyan hey, lewra heke destê rastê hêza dewletê bît destê çepê hêza me bît wate dê du dest têkda bin dê bîte hêzeka êkcar mezn ku çu neḧez û neyar û dujminek neşêt xwe li ber wê hêzê rabigirît, lewra dbêjm gelî dukandarên xoşitvî hzira xwe baş bike desta bihelîne ev demê li pêşiya te demekê zêrîne û çi caran di jiyana teda dubare nabîte ve ez û tu pêkve em hemî pêkve bo hişiyariya xelkî bo handana xelkî bo pşkdariya xelkî daku hemî xelk pêgve bêjn: belê bo rîfrandoma serbixweya kurdistanê wî demî em hemî pêkve dê çîne di mêjûya serferaziyê da.

Sebaret DIGC

Inisttîwta Duhok bu Rewşenbîrya Giştî, Rêkixraweka Ne Hkumî ye (NGO) ya Rewşenbîrya Giştî ya Serbexuye, ji Hejmareka Kesên Puyte dar bi Warê Rewşenbîrya Giştî Pêk Dhêt Puytey bi Byavê Rewşenbîrya Giştî ji Hemî Layekî ve li Kurdistanê bi Giştî û li Parêzgeha Duhokê bi Taybetî di det, û Baregayê Serekî li Bajêrê Duhokê ye û bu heye Tayan li Qeza û Nahye û Kumelgehan bi Rezamendya Ptirya Desteya Rêveber Veketin.

Çalakîyê Nû

9

kuvara sinêle berev berdewamiyê

kumbuneka mêjuwîyi di gel nuẍbeyeka diyarkrî rojeka mêjuwîyi drust kr. êdî bi anehiya xudê bo ...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *